ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-12-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-12-2021
1 kanûn, 2021   00:00

-Çalakiya li deriyê Sêmalka ya bi daxwaza wergirtina cenazeyên gerîlayên ku di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûne, berdewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Fîlmê “Rojava û Katalonya” li fakulteya Petro Kîmya ya bajarokê Rmelan ê girêdayî Zanîngeha Rojava ya Kantona Qamişloyê tê pêşandan, saet  11:30'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-MSD'ê panelekê li ser rola rewşenbîran di vejandina civakê de li parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Cenazeyê şervanê YPG'ê Beşar Îsamîl Hesen bi merasîmekê li goristana Şehîdan a Til Temirê tê veşartin, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê bîlançoya du mehên dawî yên sûcên dagirkeran ên li kantona Efrînê eşkere kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Lêkolînerê hiqûqnas Saziya Maat a Aştî, Geşkirin û Mafên Mirovan Mihemed Muxtar bang li CPT kir ku serdana Îmraliyê bikin ku misoger bikin ku li dijî rêber Abdullan Ocalan îşkence pêk nayê û divê fişar li dijî hikumeta Tirkiyê were kirin ku bihêle parêzer têkiliyê pê re deynin. (BI WÊNE).

- Koçberên Efrînê yên li Şehbayê li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û ambargoya ku hikumeta Şamê li ser wan ferz kiriye di xeta berxwedanê heta vegera li ser xaka xwe de bi israr in. Koçber diyar kirin ku ew îradeya xwe ya berxwedanê ji fikirê rêber Abdullah Ocalan digirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Debbie Bookchin xwest PKK ji ‘lîsteya terorê’ bê derxistin û got "Desteka wê ya ji DAIŞ û çeteyên din ên cîhadîst re jî nîşan dide ku partiya ku bi domdarî destekê dide terorê, AKP ye ku serkêşê wê jî Erdogan e." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Meclisa Giştî ya PYD'ê Emîn Elîko penaberiya bi hezaran Kurdan bi hêzên dagirker û alîgirên wê ve girê da. Elîko ew weke planek berfireh ku armanc dike ku kurdan ji koka wan dûr bixin û demografiya tevahî Kurdistanê biguhêrin, bi nav kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Serokê Navenda Lêkolîn û Lêgerînê ya Erebî Mihemed Fethî El-Şerîf diyar ku Kurd û Ereb bi çarenûseke hevpar re rû bi rû ne, ji ber vê yekê pêwîstî bi xurtkirina têkiliyên Ereb û Kurdan heye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Pîroziya armancên Tevgera Rizgariya Kurdistanê di dilê Emel Horo de rihê berxwedan û ‎azadiyê geş kir. Her wiha şehadeta hevjînê wê îradeya wê ya ji bo pêkanîna armancên ‎tevgerê zêde kir û bi hevdîtina wê bi rêber Abdullah Ocalan re zêdetir ‎bû.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Mêrên ku beşdarî meşên li dijî tundiya li ser jinan bûbûn, piştgiriya xwe bi têkoşîn û azadiya jinan re anîn ziman û got: "Heger jin ji qeydên koletiyê  rizgar nebin, mêr û civak rizgar nabin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Aloziya di navbera her du cîranan de (Rûsya û Ukraynayê) piştî ku Rûsya di sala 2014'an de Kirim xist bin serweriya xwe li gel berdewamkirina nakokiyê di navbera Kiev û "cudaxwazên " alîgirê Rûsyayê de li rojhilatê Ukraynayê nakokî derketin asta herî jor.  Pisporan hişyarî da ku rewşa li ser sînor "pir xeter e".(BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA