​​​​​​​Şehadeta hevjînê wê û hevdîtina bi rêber Ocalan re rihê têkoşînê geş kir

Pîroziya armancên Tevgera Rizgariya Kurdistanê di dilê Emel Horo de rihê berxwedan û ‎azadiyê geş kir. Her wiha şehadeta hevjînê wê îradeya wê ya ji bo pêkanîna armancên ‎tevgerê zêde kir û bi hevdîtina wê bi rêber Abdullah Ocalan re zêdetir ‎bû.‎

​​​​​​​Şehadeta hevjînê wê û hevdîtina bi rêber Ocalan re rihê têkoşînê geş kir
1 kanûn, 2021   01:46
HELEB- NESRÎN ŞÊXO

Emel Horo di sala 1987’an de bi serdana têkoşer Sîdo û Rifet ji mala wê re Tevgera Rizgariya ‎Kurdistanê a Kurd nas kir. Ji wê zêdetir jî endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan serdana mala wê kir û civînek ji gel re li dar xist. Di civînê de armancên tevgerê yên parastina nasnameya Rojhilata Navîn û şerê faşîstê hatin nirxandin. ‎

Malbata Emel Horo bi welatparêzî û têkoşînê xwe tê naskirin û ji destpêkê ve tevger nas dike. ‎Hevjînê Emel Horo,  Çîlo di nava tevgerê  xebata cebhewî dida meşandin û di sala 1989'an de bi destê  hin xayînên girêdayî ‎îstîxbarata Tirk hat şehîdxistin. Şehadeta wî rihê berxwedanê di nav gelê Efrînê de geş kir, ji ‎ber ku yek ji wan kesên yekemîn bû ku li Efrînê canê xwe ji bo doza Kurd û azadiya ‎Kurdistanê feda kir.

XETA ÇÎLO DIŞOPÎNE

Şehadeta Çîlo û têkoşîna ku da meşandin bandor li gelê herêmê dike. Bi şehadeta wê re gelek welatiyên herêmê tev li tevgerê bû û malên xwe kirin mîna akademiyên belavkirina ramanên azadî.

Emel Horo di xebatên cebhewî de alîkarî dida hevjînê xwe, her wiha alîkariya her du hevalên wî ‎Sîdo û Rifet jî kir. Tevî astengî û zehmetiyan di belavkirina îdeolojiya tevgerê de kedek mezin da, lê li beramberî wan astengiyan serî netewandin û civîn li pey civînê li gund li dar xistin. Di civînan de li ser armancên tevgerê, ‎nasnameya kurdan, serhildan û rizgariya ji bendên ferzkirî dihatin nîqaşkirin.         ‎

Li ser vê yekê Emel Horo got, her kesên alîgirên tevgerê bûn, ji hêla îstîxbarata hikumeta Şamê ve dihatin girtin.

HEVDÎTINA YEKEMÎN A BI RÊBER OCALAN RE

Piştî belavbûna îdeolojiya Tevgera Azadiya Kurdistanê ku felsefeya rêber Abdullah Ocalan ji ‎xwe re kir ronî, Emel Horo israr kir ku rêberOcaan bibîne, di 15'ê Tebaxa 1992'yan de  li akademiya Mahsûm ‎Korkmaz bi rêber Ocalan re civiya.

Girêdayî sedema israra wê ya hevdîtina bi rêber Ocalan re, Emel Horo diyar kir ku wê hez ‎dikir ku damezrinerê Tevgera Azadiya Kurdistanê nas bike û armancên tevgerê berfirehtir ‎nas bike.‎

Emel Horo bi hesreta dîtina rêber Ocalan bû û wiha anî ziman: "Dema ku rêbertî derbasî hola ‎civînê bû, silav li beşdaran kir û bixêrhatina wan kir."         ‎

NÊRÎNA CIVAKÊ JI JINÊ RE HAT GUHERTIN

Beriya derketina Tevgera Azadiya Kurdistanê şerm bû ku jin di hizura mêr de dengê xwe bilind bike yan jî ji ‎gotinên wî zêdetir biaxive. Ev qalib di civakê de serdest bû û bi adet, kevneşopî û zihniyeta ‎mêrdestiyê ve girêdayî bû, lê piştî civînên bi rêveber Ocalan re û serdana endamên tevgerê ji Efrînê re û lidarxistina civînan ku her tim bal dikişandin ser azadiya jinê ku ew bingeha civak û pêşengên wê ne, nêrîna civakê hêdî hêdî ji jinê re hat guhartin û êdî dest bi standina mafên xwe kir.        ‎

'ÇÎROKA ALÎFÊ CIHEKÎ MEZIN DI FELSEFEYA RÊBER OCALAN DE GIRT'

Emel Horo da zanîn ku rêber Abdullah Ocalan di civînan de qalaçîroka hevala xwe ya ‎zarokatiyê "Alîf" kir ku malbata wê di temenê biçûk de bi darê zorê dizewicînin. ‎Dema ku rêbertî pê hesiya ku hevala wî bi temenê biçûk zewicî, di hundirê wî de nakokiyek ‎çêbû û li ser vê yekê dihizire heta ku felsefeya rizgarkirina jinan ji van adetên kevneperest ‎pêş dixe.‎

Rêbertî di felsefeya xwe de dibêje: "Eger em civakeke azad dixwazin, divê beriya her tiştî ‎jin azad bibe, azadiya Kurdistanê di azadiya jinê de ye."

'BANGA JINAN KIR KU XWE AZAD BIKIN'

Emel Horo wiha dom kir: "Rêbertî di her civînekê de li ser azadiya jinê dest bi axaftina xwe ‎dikir, moralê beşdaran bilind dikir û ew teşwîq dikirin ku hemû astengiyên civakê û zihniyeta ‎baviksalarî ya ku azadiya jinê bi sînor dike bişikînin. Her wiha rêbazên ku jin pê li hember şerê taybet bisekinin pêşkêş dikir ku divê perwerdeyên tevgerê bibînin."

TEVGERA YEKANE KU PIŞTGIRIYA JINAN DIKE

Emel Horo bi gotinên rêber Abdullah Ocalan bandor dibe û tevger zêdetir nas dike û hîs dikeew tevgera yekane ya destekê dide jinan. Emel Horo behsa bûyereke ku di civînekê de çêbûye kir û da zanîn ku ‎jineke ji Kobanê beşdarî civînê bû da ku kurê xwe yên tev li tevgeriyê bûye bibîne, lê piştî civînê û ji ber hezkirina wê ji tevgerê re ku rêber Abdullah Ocalan di wan de çand, ew jin ji biryara xwe vekişî, ji wê zêdetir teşwîq bû ku zarokên xwe yên din jî tev li nava tevgerê bike.‎

Jina ji Kobanê di civîna ku li Akademiya Şehîd Masûm Korkmaz sala 1992`yan li dar ketiye de ji rêber ‎Abdullah Ocalan re got: “Min rastiya doza me nas kir. Min rastiya hebûna me ya ‎kurdan nas kir. Em di dirêjahiya salên borî de bi lîsotk û derewên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî tevgerê hatibûn xapandin."

HEVDÎTINA DUYEMÎN

Sala 1993`yan li heman cihî Emel  Horo bi rêber Abdullah Ocalan re civiya. ‎Têkildar wê Emel Horo ev tişt got: “Guhrtineke berbiçav di salên navbera 1992 û 1993`yan de hebû. Hejmareke ‎mezin a ciwanan tev li tevgerê bûbûn û xebatek pêşketibû.”‎

Emel Horo diyar kir ku di wê civînê de, rêber Abdullah Ocalan behsa fedekariyên şehîdan ‎ên ji bona rizgarkirina Kurdistanê kirin û got: “Beramberî her pêşketinekê yan jî gavekê em ‎şehîdan didin. Bi saya xwîna şervanan em gihaştin vê qonaxê.”‎

'JI BO RÊBERTÎ GEL JÊDERA ÎLHAMÊ YE KU XEBATÊN XWE BERDEWAM BIKE'

Li gorî Emel Horo, rêber Abdullah Ocalan spasiya şêniyan kir ku zarokên xwe tev li tevgerê kirine û wiha got: ‎‎“Tevgera Rizgariyra Kurdistanê ji gel ava bû. Min ev fikir pêşkêş kir lê bêyî desteka gel tevger ‎bi ser nediket û heta îro berdewam nedikir. Bi saya vîn û israra we tevger hat avakirin.”‎

Rêber Abdullah Ocalan wê demê wiha got: “Divê nifş li ser fikirê kurdiyatî û Kurdistanê bê ‎perwerdekirin. Armanca me ji avakirina partiyê, parastina rûmeta welêt e ne ku gelê me bi ‎çek re rû bi rû bimîne.”‎

KAWAYA HEMDEM MEZLÛM DOGAN E

Emel Horo bi bîr xist ku rêber Abdullah Ocalan li ser fedekariyên şehîdan mînak da û got: ‎‎“Mezlûm Dogan şeva Newroz bi sê zilikên kibrîtê agir berda bedena xwe. Bi vê çalakiyê ‎xwest fikirê xwe ji derdora xwe re şîrove bike ku mirina bi rûmet ji jiyana di bin zilma ‎hêzên kapîtalîst de baştir e.”‎

Emel Horo got: "Bi rastî rêber Abdullah Ocalan gihaşt meqseda xwe û bandor li tevahî beşdaran kir. Beşdaran da zanîn ku her ‎gotineke rêber Abdullah Ocalan ronahî û ji bo têkoşînê hêz e."

DI RÊYA TARÎ DE RONAHÎ YE

Emel Horo rêber Abdullah Ocalan bi kesê ku rêya tarî ya gelê kurd ronî kir, wesifand û got: “Di ‎civînê de 6 saet bê navber axivî, tu nîşaneyên westanê li ser rêbertî eşkere nebûn, dilnizm bû û xwedî vîna xurt bû." ‎

Emel Horo ku emrê xwe di oxria doza kurd de borand, destnîşan kir ku divê gelê Kurd şopdarê ‎fikirê rêber Abdullah Ocalan be ku banga azadî, edalet, wekhevî û mezinkirina têkoşîna ‎şoreşgerî li hemberî dewletên dijberî tevgerê dike.‎

DEWLETA TIRK Û HEWLDANÊN WÊ

Têkildarî qonaxa ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê gihaştiyê piştî ku gelek berdêl da û dewleta ‎Tirk hewl dide wê tune bike, Emel Horo wiha li axaftina zêde kir: “Dewleta Tirk hewl dide gelê kurd tune ‎bike. Ji ber gel êdî armancên xwe dizane.“‎

DESTKEFTIYÊN TEVGERÊ

Emel Horo wiha domand: "Heta meclisên ku hatine vekirin û gelek destkeftiyên din bi saya vê ‎tevgerê û berxwedana gerîla li çiyayên Kurdistanê hatin bidestxistin.‎"

Emel Horo di ciwantiya xwe de gelek xebatên sûdwar ji bo Tevgera Rizgariya Kurdistanê ‎li gundê xwe Mabata yê kantona Efrînê meşandine. Di komîn û saziyên sivîl ên Helebê de jî ‎cih girt, niha di Meclisa Jinan de endameke rêveber e û li gorî perspektîfên rêber Abdullah ‎Ocalan dixebite.‎

PÊKANÎNA PERSPEKTÎFÊN RÊBER ABDULLAH OCALAN

Emel Horo wıha dawî li axaftina xwe: “Di çareserkirina pirsgirêkan de ez hewl didim ‎perspektîfên rêber Abdullah Ocalan pêk bînim. Her wiha jinan li ser rêbazan li dijî şerê taybet û bidestxistina mafên xwe perwerdeyan dimeşînin.” ‎

 (şx-dx)

ANHA