​​​​​​​Mihemed Muxtar: Divê CPT serdana girtîgeha Îmraliyê bike

Lêkolînerê Saziya Maat a Aştî, Geşkirin û Mafên Mirovan Mihemed Muxtar bang li CPT kir ku serdana Îmraliyê bike û rewşa rêber Abdullah Ocalan eşkere bike. Her wiha got, divê zext li hikumeta Tirk were kirin ku bihêle parêzer serdana wî bikin.

​​​​​​​Mihemed Muxtar: Divê CPT serdana girtîgeha Îmraliyê bike
1 kanûn, 2021   05:09
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Desthilatên Tirkiyê gelek cezayên giranli dijî rêber Abdullah Ocalan pêk tîne. Têkildarî vê yekê lêkolînerê ê Saziya Maat a Aştî, Geşkirin û Mafên Mirovan Mihemed Muxtar da zanîn ku ev ceza li dijî mafên girtiyan in û desthilatên Tirkiyê li dijî rêber Ocalan pêk tîne.

Parêzerên rêber Ocalan ji 8 mehan ve tu agahî li ser rewşa rêber Ocalan wernegirtine, her wiha parêzer rewşa tenduristî, rewşên girtinê, rewşên qanûnî, tedbîrên girêdayî vîrusa Koronayê nizanin.

Li ser vê yekê parêzerên rêber Abdullah Ocalan destnîşan kir ku Dadgeha Cezayê ya Bursa  xwesteka parêzeran a hevdîtina bi rêber Ocalan re red kir. Parêzeran got dadgehê ji 12’yê Cotmehê ve ceza li dijî rêber Ocalan birîne û ji 6 mehan ve hevdîtin qedexe kirine.

Li ser vê yekê Mihemed Muxtar wiha got: "Hikumeta Tirkiyê ji zêdetirî 8 mehan ve nahêle parêzer bi rêber Ocalan re bicivin. Ev yek jî li dijî girtiyan ku têkiliyên xwe bi derve re deynin binpêkirin e."

Muxtar da zanîn ku mijar ne tenê ev e ku parêzger rêber Ocalan nabînin û wiha domand: "Lê hin agahî hene ku nêzîkatiyên nebaş di girtîgehê de tê kirin, dikevin xana îşkenceyê û binpêkirinên qanûnên navneteweyî ku dewleta Tirk bi xwe îmze kirine, mîna peymanên Ewropa yên mafên mirovan ku tê de madeya 3’yemîn bi çi awayî dibe bila bibe îşkenceyê qedexe dike."

Muxtar bang li Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) kir ku serdana Îmraliyê bike da ku îşkenceya li dijî rêber Ocalan bizanin, her wiha fişarê li dewleta Tirk bike ku parêzer têkiliyê bi rêber Ocalan re pêk bînin.

Mihemed Muxtar wiha dawî li gotina xwe anî: "Krîza rasteqîn a li Tirkiyê di pergala edaletê de ye ku hikumeta Tirkiyê kesên dijberî xwe digire û îşkence li wan dike. Anku her kesê serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan rexne bike dê çarenûsa wî girtin, îşkence û rûbirûyî danûstandineke nebaş be."

(fr)

ANHA