Li Minbicê derbarê tundiya li ser jinan de semînereke hate dayîn

Li Minbicê Kombûna Jinan a Zenûbiy têkildarî tundiya li ser jinan semînerek da.

Li Minbicê derbarê tundiya li ser jinan de semînereke hate dayîn
30 mijdar, 2021   16:34
MINBIC

Ji rêzeçalakiyên Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Minbicê, semînerek li ser tundiya li dijî jinê bi beşdarbûna bi dehan endamên nivîsgehê hate dayîn.

Semîner bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, endama Nivîsgeha Kombûna Jinan  a Zenûbiya Hîba El-Ehmed bal kişand ser sedemên tundî, şêwe û bandorên wê.

Hîbe El-Ehmed wiha got: "Ji sedemên tundiya li dijî jinan, bi nêrîneke kêm li jinê tê nihardin û wek mirovek ku maf û erkên wê heye nayê nêrîn."

Hîbe El-Ehmed anî ziman ku kêmbûna asta çandî, cudabûna nêrîna di navbera jin û mêr de, perwerdeya malbatî ji sedemên tundiya li ser jinan in.

Hîbe El-Ehmed da zanîn ku hin ji sedemên tundiyê jî fikir û kevneşopiyên nezaniyê ne ku cudahiyê dixin navbera mêr û jinan.

Hîbe El-Ehmed eşkere kir ku ne tenê tundiya bedenî li dijî jinê tê kirin, di heman demê tundiya kar û gotinê jî heye û wiha anî ziman: "Şêweyên tundiya li dijî jinan ew in: tundiya bedenî, hestiyarî, çandî, destdirêjahiya cinsî, aborî, derûnî, rihî, gotin û tenduristî."

Hîbe El-Ehmed di dawiyê de got: "Ji ber tundiyê bandorên neyênî çêdibin, ji wan, jin baweriya xwe bi xwe winda dike, li aliyekî din jî bandorên tundiyê yên civakî hene mîna jevkirina malbat û berdanê. Lê hîna siyasetên dewletên neteweyî û kapîtalîst mafên jinan paşguh dikin, bi wê re jinan qetil dikin bi taybet jinên çalakger ên sivîl û siyasetmedar."

(fr)

ANHA