Li Minbicê şehîd Şêx hate oxirkirin û şehîdên meha Mijdarê hatin bibîranîn

Şêniyên bajarê Minbicê cenazeya şervanê hêzên Komandos Ebid Ehmed Şêx li goristana Şehîdan a Minbicê spartin axê. Her wiha şehîdên meha Mijdarê bi bîr anîn. 

Li Minbicê şehîd Şêx hate oxirkirin û şehîdên meha Mijdarê hatin bibîranîn
Li Minbicê şehîd Şêx hate oxirkirin û şehîdên meha Mijdarê hatin bibîranîn
Li Minbicê şehîd Şêx hate oxirkirin û şehîdên meha Mijdarê hatin bibîranîn
30 mijdar, 2021   17:05
MINBIC

Şervanê Hêzên Komandos ên Minbicê Ebid Ehmed Şêx 28'ê Mijdarê dema erka xwe bi cih dianî, li Minbicê şehîd bû. Şehîd Ebid Ehmed Şêx îro bi merasîmeke girseyî li goristana Şehîdan hate oxirkirin.

/ar/uploads/files/2021/11/30/152917_mhmd-aly.webp

Merasîma bi deqeya rêzgirtin û torana leşkerî dest pê kir. Paşê endamê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Elî axivî û got: "Minbic dergûş û dayika şaristaniyan e û xaka berxwedana li dijî dijminan e. Şehîdan ji bo parastina vê xakê û gel canên xwe feda kirin."

/ar/uploads/files/2021/11/30/152841_mhmd-alshykh.webp

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Şêx destnîşan kir ku ew nikarin şehadetê wesif bikin û got, ji ber ku şehadet sembol, serbilindî, wefedarî û şanazî ye.

/ar/uploads/files/2021/11/30/152815_jmah-hydr.webp

Cîgirê serokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demikratîk a bajarê Minbic û gundewarê wê Cuma Heyder axivî û got: "Di van kêliyan de em deqeyeke rêzgirtin li ser giyanên şehîdên xwe radiwestin ku bi saya berdêlên ku dane, aştî û ewlehî misoger bûye, ji lew re ew ê berdêlên wan di bîr û bala me de bîne."

Piştî axaftin bi dawî bû, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mehmûd Îdo nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Di dawiya merasîma şehîd de, Meclisa Malbatên Şehîdan û tevhiya beşdaran şehîdên meha Mijdarê li ser gorên wan bi bîr anîn.

(eh)

ANHA