Dewleta Tirk herêma Biradost topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker herêma Biradost topbaran kir. Ji ber topbaranê ziyan giha bax û baçxeyên welatiyan.

Dewleta Tirk herêma Biradost topbaran kir
30 mijdar, 2021   16:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Rojnews'ê ragihand, artêşa Tirk a dagirker vê êvarê gundên Sinîn û Gerwî Kareşkê yên herêma Biradostê topbaran kir û di encamê de ziyan giha bax û baçxeyên welatiyan. Her wiha rêya sereke ya gundê Sinînê jî xerab bû.

Şeva borî jî artêşa Trik deverên Robî, Riwal Taristaw, Hewreben û Kanîbayê topbaran kir. Lê tiştek bi kesekê nehat.