Şerê li Etiyopyayê û bandora wî ya li ser Afrîkayê

Li Etiyopyayê nakokiyên di navbera hikumeta Addîs Ababa û Eniya Rizgariya Tîgrayê de zêde bûne. Hêzên navneteweyî û herêmî li ser qewimîna şerekî navxweyî hişyariyan didin. Hin kesên rewşê dişopînin jî dibêjin welat di nava çend mehan de dê bêyî Abî Ehmed be û li Afrîkayê tevlihevyê bi xwe re bîne.

Şerê li Etiyopyayê û bandora wî ya li ser Afrîkayê
27 mijdar, 2021   07:44
NAVENDA NÛÇEYAN-EMANÎ EZAM-CUDÎ ÎSMAÎL

Abî Ehmed Elî (45) sala 2018`an bû serokê hikumeta Etiyopyayê. Wê demê hêvî hebû ku welat ji sîstema zordariya siyasî rizgar bibe, nakokiyên olî û etnîk ji holê rabin. Lê bi bi lez ev hêvî ji holê rabû, piştî ku welat derbasî nakokiyekî nû bû ku nîşaneya rûdana şerekî xwîndar dide. 

Nifûsa Etiyopyayê 110 milyon e û bi pirbûna etnîk û neteweyên xwe tê naskirin, ji girîngtirîn van netewe û etnîkan jî ev in:

Oromo: Mezintirîn netewe ye û nifûsa wê derdora ji sedî 34 e û her tim gazinan ji paşguhkirinê dikin.

Emhare: Duyemîn koma etnîk a li Etiyopyayê ye û nifûsa wê derdora ji sedî 27 e.

Tîgray: Welatê wan wîlayeta Tîgray e û nifûsa wan ji nifûsa Emhara kêmtir e û digihêje ji sedî 6,1 û piraniya serokên artêşê û ewlehiyê ji vê neteweyê ne.

Somalî: Ew jî niştecihên herêma Ogaden in û nifûsa wan jî ji sedî 6,1 e.

Hin neteweyên din hene ku nifûsa wan kêmtir e, ji wan Gurag, Ulyata, Afar, Hadia û Gamu.

REWŞ ÇAWA GUHERÎ?

Di sibata 2018`an de serokwezîr Hailemariam Desalegn ê Tîgray piştî protestokirina gel, îstîfa kir û 2019`an Abî Ehmed ê Oromo hat ser desthilatê. Abî Ehmed bi rêya avakirina partiya El-Îzdîhar formeke nû ji desthilatê re danî. Vê partiyê cihê Îtîlafa Eniya Demokratîk a Şoreşger girt ku ji 1991`ê ve welat bi rê ve bir û nûnertiya siyasî ya serweriya Tîgrayê dike.

Eniya Gel a Rizgariyê ya Tîgray fikia yek partî û tevlêbûnê wekî aliyên îtîlafa hakim red dikir. (Rêxistina Demokratîk a Gelên Oromo, Tevgera Demokratîk a Nîştimanî ya Emhera, Eniya Demokratîk a Gelên Başûrê Etiyopyayê)

2020`an nakokiyên di navbera Abî Ahmed û Eniya Tîgrayê de zêde bûn û gihaşt asta ku herêm biryara parlamentoyê ya derengxistina hilbijartinan ji ber belavbûna vîrusa koronayê binpê bike û di Îlona 2020`an de hilbijartinên giştî li kantonê li dar bixe. Her wiha parlamentoyê û hikumeta Addîs Ababa encamên hilbijartinan nas nekir û wek derqanûnî û nedestûrî wesif kirin. Li aliyekî din jî Eniya Rizgariya Tîgray naskirina rewabûn û destûra hikumetê red kir, ji ber ku erka wê 5`ê Cotmeha 2020`an bi dawî bûbû û vê yekê hişt ku hikumeta Addîs Ababa li dijî hikumetê tedbîrekê bigire û pereyan li ser qut bike. Herêmê jî ev yek wek ragihandina şerê li dijî xwe dît.

Piştî ku Eniya Rizgariya Gelê Tîgray di qada meydanî de pêşketina xwe ragihand ku ber bi paytexta Addîs Ababa ve bi pêş ve diçe, hikumetê rewşa awarte ragihand û pê re nakokî zêde bû. Desthilata li paytexê jî perspektîf da niştecihan ku çekên xwe tomar bikin û ji bo parastina xwe û taxên xwe amade bin.

Ji ber van nakokiyan derdora 400 hezar kes li Tîgrayê bi birçîbûnê re rû bi rû man, di heman demê de zêdetirî 2 milyon û nîv jî koçber bûn.

GELO HEVALBENDIYA 9 KOMAN DÊ ABÎ EHMED JI DESTHILATÊ DAXE?

Bi zêdebûna zextên li ser serokwezîr Abî Ehmed re û hêzên muxalif nêzî paytexta Addîs Ababayê bûn, 9 koman dijbertiya xwe li dijî hikumeta Etiyopyayê ragihand.

Têkildarî mijarê gerînendeyê rojnameya El-Ahram a misirî Eşref Ebû El-Hol ji ajansê re wiha axivî: "Rewşa meydanî û leşkerî ya li Etiyopyayê xizmeta dijberên Abî Ehmed dike, nexasim ku di şikandina hemû êrişên hêzên Etiyopyayê, Erître û milîsên Emhara de bi ser ket û bi deh hezaran qetil kirin û birîndar kirin. Her wiha hejmareke mezin dîl girtin û bajarên mezin ên derdora Addîs Ababayê kontrol kirin, ji wan Kobolşa û Desî."

Nêrîna rojnamevana misirî ya kar û barên Afrîkayê Sebah Mûsa mîna ya Ebû El-Hol bû û rewşa Tîgray wek "pir xirab" wesif kir û wiha dewam kir: "Eniya Rizgariya Tîgrayê û artêşa Rizgariya  Oromo û Benî Şenqol ber bi paytexta Addîs Ababa ve diçin, her wiha gelek eniyan li hev kir da ku xefikekê ji Addîs Ababayê re çêkin." 

Rojnamevana misirî diyar kir ku qutkirina muxalefetê rêyên stratejîk ên herêmê, dibe sedem ku zûtir bi pêş ve biçin. Ji ber ku Etiyopya welatekî dorpêçkirî ye û bi rêya herêma Afar ku bendera sereke ya ku Etiyopyayê madeyan tê re dibe û tîne; qutkirina rêyên di navbera Etiyopyayê û Cîbotiyê de; ji bo dorpêçkirina paytextê dibe alîkar.

Sehbah Mûsa got: "Niha muxalif hewldana qutkirina rêyên stratejîk dikin ên ku Etiyopyayê bi benderan ve girê dide, nexasim rêyên bi Cîbotiyê re û rêyên hundirîn ên bi herêma Amhara re da ku Addîs Ababa tengav bikin. Her 9 koman hêz û herêmên din ên ku hikumên Ebî Ehmed red dikin, kom dikin da ku tev li wan bibin. Ji lew re bûyer li Etiyopyayê bi lez rû didin û li dawiya tunelê ronahî tune ye, her wiha koalîsyon jî di pratîkê de pêşdeçûna xwe didomîne."

Li aliyekî din jî Eşref Ebû El-Hol wiha axivî: "Piştî dagirkirina bajarên li derdora Addîs Ababa, hêzên Tîgray ber bi wir ve diçin û bi vî awayî dikare herêmê demeke dirêj dorpêç bike, da ku lawaz bike û neçar bike ku xwe radest bike, li şûna ku dagir bike û hejmareke mezin a sivîlan nebin qurbanî."

ꞌHÊZÊN TÎGRAYÊ BAŞTIR GELÊ XWE NAS DIKIN

Têkildarî geşedanan, rojnamevan Sebah Mûsa ev nirxandin kir: "Eniya Rizgariya Tîgray di şerê xwe de taktîk bi kar anî û wekî ku tê gotin,”Meka baştir gelê xwe nas dike” ev yek ji Eniya Rizgariya Tîgray re jî derbasdar e, ew baştir herêma xwe nas dikin. Ji ber w; Abî Ehmed û artêş ber bi hundirê Tîgray ve kişandin. Beriya çend mehan jî me dît zêdetirî 7 hezar leşker û efserên artêşa Etiyopyayê hatin girtin, vê bûyerê jî cîhan bi xwe re hejand û paytexta Tîgray û Mîkîlî kontrol kirin, ev destpêka çûna Tîgray a ber bi paytextê ve bû."

Sebah Mûsa diyar kir ku Ebî Ehmed diyalog red kir û her ku Tîgray ber bi paytextê ve diçû, ban; daxwazên wan ên diyalogê firehtir dibû. Ji ber ku niha Tîgray bi ser ket û rê li pêşiya wê vekiriye ku şerê xwe bi dawî bike û ji Abî Ehmed xilas bibe, êdî derfeta diyalogê gelek dijwar bûye.

Ebû El-Hol jî wiha axivî:  "Derfeta danûstandina di navbera hikumetê û muxalifên wê de tune ye, ji ber ku şertên wan cuda ne. Şertên hikumeta Abî Ehmed ji aliyê muxalefetê ve nayên qebûl kirin, ji wan vekişîna ji herêmê Amhara û Afar. Şervanên Tîgray jî hebûna Ebî Ehmed red dikin û sûcên ku hêzên Etiyopya û Erîtreyê par li herêma Tîgray pêk anîne û hilanîna tola xwe ji muxalifên ji Oromoyê bi rêya Amharayê hişt ku derfetên diyalogê bi temamî tune bibin."

SENARYOYÊN MUHTEMEL

Sebah Mûsa destnîşan kir ku li herêmê sê senaryoyên muhteml hene ku ew jî ev in: "Lidarxistina diyalogan û ev senaryo di halê hazir de zehmet e. Ya duyemîn jî Abî Ehmed bireve û ev jî nemumkin e, ji ber di daxuyaniyên xwe yên dawîn de bi israr bû û di encamê de fikireya reva wî ya li derveyî welêt û herêmê ji muxalifan re bihêle, zehmete pêk were. Ya sêyemîn jî derbasbûna hêzên muxalif ji paytextê re û hilweşandina rejîma Abî Ehmed e."

Rojnamevan Sebah Mûsa da zanîn ku serkeftina Abî Ehmed nemumkin e, ji ber ku zextên navneteweyî û herêmî hene, her wiha komên di hundir de li dijî Abî Ehmed hene.

Sebah Mûsa îşaret pê kir ku Abî Ehmed ji civaka navneteweyî re bûye kaxizeke şewitî ya binkeftî û her çiqasî dirêj bike jî, dê di nav çend mehan de Etiyopyayê bêyî Abî Ehmed be.

BANDORA ALOZIYA ETIYOPYAYÊ YA LI SER AFRÎKAYÊ

Têkildarî bandora aloziya Etiyopyayê ya li ser dewletên cîran û Afrîkayê, rojnamevan Sebah Mûsa wiha axivî: "Bê guman bandoreke mezin li dewletên cîranên Etiyopyayê heye. Mînak Sûdan niha rewşa wê ne baş e û sedema wê jî; rewşa siyasî ya ku welêt tê re derbas dibe û bandora derbeya dawî, her wiha pêla koçberiyê ya mezin a ji herêmê ber bi rojhilatê Sûdanê ve. Di encamê de her ku şerê li Etiyopyayê gurtir bibe dê rewşa herêmê kambaxtir bibe."

Sebah Mûsa îşaret pê kir ku alozî dê bandorê li rêyên ber bi Djiboutî ve bike, her wiha Esmera û Erîtreya dê bikevin şer. Di encamê de nebûna istiqrarê li Etiyopyayê tê wateya nebûna istiqrarê li herêmê tevda ye û dê bandoreke mezin li dewletên cîran û herêmê bike.

Eşref Ebû El-Hol jî destnîşan kir ku herêm ber bi parçekirinê ve diçe û ev yek dê li Afrîkayê bi gişt tevliheviyê bi xwe re bîne û dê demeke dirêj dewam bike, nexasim piştî lidarxistina diyalogan pirr zehmet bûye. Ji ber ku Abî Ehmed serhişkiyê dike, artêşa wî gelek sûc kirine û gelek herêmên Etiyopyayê yên zehmetiya paşguhkirinê dikişandin, daxwaza cihêbûnê dikin.

(eh)

ANHA