Çeteyan li Efrînê 3 hezar û 300 darên zeytûnê birîn

Çeteyên dagirkeriya Tirk nêzî 3 hezar û 300 darên zeytûnê yên welatiyên navçeya Şera ya kantona Efrînê ya dagirkirî birîn.

Çeteyan li Efrînê 3 hezar û 300 darên zeytûnê birîn
27 mijdar, 2021   08:10
ŞEHBA

Çavkaniyekî ji kantona Efrînê ya dagirkirî diyar kir ku çeteyên Sultan Murad ên dewleta Tirk a dagirker nêzî 100 darên zeytûnê yên 3 welatiyên gundê Meydankê yê navçeya Şera birîne.

Li gorî çavkaniyan, welatiyên ku darên wan hatine birîn ev in: Idrîs Horo, Welîd Osman û Elî Osman. Çete daran dikin êzing û li bazaran difiroşin. 

Her wiha çeteyên Feyleq El-Şam nêzî 3 hezar darên zeytûnê yên welatiyê bi navê Îsmet Seydo Hesen ji gundê Hesen Dêra yê navçeya Bilbilê, birîn.

Li heman gundî, malbatên çeteyên "Ceyş Ehfad" nêzî 200 darên zeytûnê yên welatiyên bi navê Mihemed Hemîd Sîdo û Fewzî Şêxo û xwişka wî Meyasa, birîn.

(dx)

ANHA