PDK û dewleta Tirk gelê Başûr dikin amûra siyaseta xwe

Ji ber gendelî û kiryarên partiya serwer a li Başûrê Kurdistanê PDK'ê û hevkariya wê bi sîstema kapîtalîst a AKP'ê, bi hezaran Kurd ji warê xwe koçber bûne û bûne amûrê şerê tayber di destên dewletên kapîtalîst.

PDK û dewleta Tirk gelê Başûr dikin amûra siyaseta xwe
26 mijdar, 2021   02:55
NAVENDA NÛÇEYAN – LÎLAV DÎWANÎ

Hebûna hejmara mezin a ku kurdên ji Başûrê Kurdistanê li ser sînorê Polonya –Belarûsê di hawayeke pir sar de da ku xwe bighînin Ewropayê û mafê îltîcayê bistînin di qadên cîhanê de cihekî girîng girt. Li gorî raporan 4 hezar kes li ser sînorê di navbera her du welatan de asê mane.

Di gelek raporên cîhanê de hate eşkerekirin ku piraniya penaberan ji ciwanên Başûrê Kurdistanê ne, ji ber nebaşiya rewşa aborî, bêkarî û gendeliya li saziyên li herêmên di bin serweriya PDK'ê de penaber bûne.

Serokê hikumeta Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî di daxuyaniyekê de gotibû: "Penaber ne ji ber zextên hikumetê derketine, lê piraniyan wan bi îradeya xwe û bi awayekî qanûnî derketin." Her wiha got, hin ji wan bûn qurbanên torên qaçaxan. Barzanî hebûna sedemên siyasî yên penabertiyê dûr xist. Ev daxuyanî ji aliyê Kurdên Başûrê ve bi bertekên tund hate nîşandan.

Şîrovekar û lêkolîner diyar dikin ku sedema penabertiyê şaştiyên stratejîk ên di siyasetên hikumeta serwer PDK'ê de ye ku derfetên kar peyda nake, destekê nade qada taybet, kiryarên wê çewsîner, girtina muxalefetan, hevkariya wê bi dewleta Tirk a dagirker re ku Başûrê Kurdistanê veguherandiye baregehên leşkerî yên artêş û îstîxbarata Tirk.

30 SAL GENDELÎ Û ÇEWISANDIN

/kr/uploads/files/2021/11/25/213741_-.webp

Têkildarî mijarê, serokê berê yê Komîteya Mafên Mirovan a Parlamantoya Başûrê Kurdistanê siyasetmedar Soran Seîd ji ANHA'yê re axivî.

Soran Seîd sedemên penabertiya bi hezaran kurdên ji Başûrê Kurdistanê spart binkeftina hikumeta Başûr û wiha got: "Siyasetên hikumeta herêma Kurdistanê rewşeke xirab a aborî û siyasî xuliqand. Çîna siyasî ya gendel dest danîne ser bazar û beşên taybet û giştî. Bêkarî belav bûye, siyasetmedarên xirab ji 30 salî ve bazan dikin û bi awayekî ne baş herêmê bi rêve dibin, ji ber zilma di rêvebirinê de nakokiyên çînî ava bûn. Ji wê zêdetir azadiya karê ragihandinê û çalakiyên sivîl û yên siyasî di bin gefên girtin û qetilkirinê de ne."

Seîd destnîşan kir ku ji 30 salan ve PDK'ê hikumetê kontrol dike û wiha pê de çû: "Serokê herêma Kurdistana Iraqê û serokwezîr pismamên hev in û ji malbatekê ne, hêzên wan ên çekdarî hene ku ji derveyî serweriya qanûnî ne, miqdarên mezin ji pereyên Kurdistanê derxistina bankên Ewropayê û ji bo kêfxweşiya xwe bi kar tînin, her wiha dest danîne ser petrola herêmê."

Li gorî Seîd, hikumeta Başûrê Kurditanê di rêvebirina jiyana 5 milyon Kurd de bin ketiye, rojane 500 hezar bermîlên petrolê difroşe, di navbera 2014-2020'î de hikumetê ji ber nedana mûçeyên karmendan 19 milyar dolar deyndarê karmendan e, di encama vê yekê de rewşa debarê pir xirab bûye.

Seîd destnîşan kir ku PDK'ê bi awayekî ne qanûnî mehane mûçeyan dide Kurdên li Îran, Tirkiyê û Sûriyê da ku di hilbijartinan de dengê wan qezenc bike û bi vî rengî hebûna xwe li Başûrê Kurdistanê xurt dike.

Seîd diyar kir ku Başûrê Kurdistanê bûye bazarek ji bo geşkirina aboriya Kurdistanê û naveneke da ku hebûna xwe ya leşkerî û siyasî lê xurt bike û ev tişt got: "Herêma Kurdistanê wekî bazara jinûve amadekirina berhemên Tirkiyê di hemû qadan de tê naskirin, hikumeta herêma Kurdistanê peymaneke petrolê heya 50 salî bi Tirkiyê re îmze kir, yê sereke ku ji petrola li welat sûdê digire Tirkiyê ye. Welat bûye qada hêzên leşkerî yên Tirkiyê."

Li Başûrê Kurdistanê ji sala 2015'an de zêdetirî 30 baregehên leşkerî yên Tirkiyê hene, her wiha navendên perwerdekirina leşkerên Tirk û gelek baregehên îstîxbarata Tirk hene.

Siyasetmedar Soran Seîd diyar kir ku dewleta Tirk siyaseteke qirêj li Başûrê Kurdistanê dimeşîne û îtîrafê bi hebûna Kurdan nake. Her wiha da zanîn ku dewleta Tirk roleke mezin di koçberkirina ji Başûr de lîst û wiha domand: "Dewleta Tirk fîza bi hezaran welatiyên Kurd ên ku Tirkiyê ber bi Ewropyê ve penaber bûn."

'DARIZANDINA GENDELIYAN ERK E'

Serokê berê yê Komîteya Mafên Mirovan a Parlamantoya Başûrê Kurdistanê siyasetmedar Soran Seîd anî ziman ku pêwîste şaştî werin sererastkirin, kesên gendeliyê dikin werin darizandin, dahatên petrolê zelal bin, derfetên kar werin peydakirin, edalet were pêkanîn. Her wiha diyar kir ku erka partiyên muxalif ên di parlamantoyê de  çavdêriya hikumeta Başûrê Kurdistanê bike.

Tê destnîşankirin ku hebûna penaberan li ser sînorê Polonya –Belarûsê aloziya di navbera Belarûs û Yekitiya Ewropayê de zêde kir. Yekitiya Ewropa Mînskê tawanbar dike ku destekê dide Rûsya ku penaberan bi awayekî ne qanûnî bi kar bîne da ku zextê li yekitiyê bike û bi vê yekê tola cenazeyên li ser xwe hiltîne ku ji sala 2020'î ve ji ber zexta li opozisyonê dike lê hatine birîn. Li aliyekî din Warsaw ji bo rêgirtina li ber penaberan têl dane û hêzeke leşkerî ya mezin belav kiriye.

ANHA