Norman Peach: Pênasekirina PKK'ê wek ‘terorîst’ biryareke li gorî berjewendiya Tirkiyê ye

Norman Peach got "Bicihkirina PKK’ê di ‘lîsteya terorê’ de, biryareke siyasî ye ku bi temamî ji bo berjewendiya Tirkiyê ya hevkara NATO'yê ye."

Norman Peach: Pênasekirina PKK'ê wek ‘terorîst’ biryareke li gorî berjewendiya Tirkiyê ye
26 mijdar, 2021   01:46
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Prof. Norman Peach diyar kir ku ji bo têkoşîna azadî û rûmetê ya PKK'ê li cîhanê hevgirtineke mezin heye.

Rêber Abdullah Ocalan têkildarî PKK'ê gotibû "Ez PKK'ê baş nas dikim, têk naçe." û PKK wiha pênase kiribû: "PKK romanek e ku dawî lê nehatiye, helbestek e, kilamek e. Kulîlkek e ku berê xwe daye tavê.”

PKK’ê 43 salên têkoşînê li dû xwe hiştin û di gelek warên siyasî, civakî û azadiya jinan de şoreş pêk anîn.

Prof. Norman Peach destnîşan kir ku bêyî berxwedan û têkoşînê çarenûsa Kurdan naguhere û got: "Tenê tiştek ji bo PKK û gerîla heye; berdewamkirin.”

Profesorê rûmetê yê Zanîngeha Hamburgê û pisporê hiqûqa navneteweyî Norman Paech bi wesîleya salvegera damezirandina PKK'ê ji ANHA'yê re axivî. Peach anî ser ziman ku yekane hêza li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer kiriye, niha bi terorîzmê tê sûcdarkirin û ev yek wek "berovajîkirina têgihan" pênase kir.

'RÊXISTINEKE RIZGARIYÊ YE'

Norman Peach, PKK wek rêxistineke rizgariyê pênase kir û diyar kir ku zêdetirî 40 salan e gelê Kurd ji bo mafê diyarkirina çarenûsa xwe tê dikoşe û da xuyakirin ku di nava 40 salên dawîn de rewşa civakî, aborî, çandî û siyasî ya gelê Kurd gelekî guheriye û wiha axivî: "Lê dîsa jî bi cudakarî, zordarî, tundî û şer re rû bi rû tê hiştin. Rewşa wan, ji ya gelên Afrîkayê ya beriya rizgariyê zêde ne cuda ye. Ji ber vê yekê dema li dijî êrişên artêşa Tirk parastina xwe dikin, têkoşîna gelê Kurd a sivîl û hem jî ya leşkerî, her wekî têkoşîna hemû gelan e."

'ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK ÊN LI SER GERÎLA DERVEYÎ HIQÛQA NAVNETEWEYÎ NE'

Peach diyar kir ku PKK di ‘lîsteya terorê’ ya gelek welatên Yekitiya Ewropayê (YE) de ye lê di têkoşîna li hemberî hêzên mêtinger ên berê de jî rewş ji cuda nebû û got tevgerên rizgariyê bi terorê tawanbar dikin da ku terora xwe ya dagirkeriyê binixumînin û wiha pê de çû: "Di demên dawîn de Dadgeha Bilind a Belçîkayê bi biryarekê pejirand ku PKK ne rêxistineke  terorê ye. Ji bo mafê çarenûsê, di çarçoveya qanûnên navneteweyî de tê dikoşe. Berevajî Tirkiyê, PKK'ê hiqûqa mirovî ya navneteweyî pejirand. Gerîlayê xwe vekişand çiyayên Qendîlê û li wê derê tevî binpêkirina hiqûqa navneteweyî ji aliyê dewleta Tirk ve, rastî êrişan hat."

Peach got dewleta Tirk ne tenê li Iraqê, li bakurê Sûriyê û li welatê xwe jî şerekî derveyî qanûnên navneteweyî dimeşîne û wiha dewam kir: "Bicihkirina PKK'ê di lîsteya terorê de, biryareke siyasî ye ku bi temamî li gorî berjewendiya Tirkiyê ya hevkara NATO'yê ye.”

Peach got: "Divê hikumetên YE'yê Tirkiyê îqna bikin da ku ji hevkariya dijberî hiqûqa navneteweyî, veguherînin hevkariyeke li ser bingeha hiqûq û exlaqî. Di nava vê de hurmeta li mafên Kurdan û qebûlkirina birêxistinbûna wan a ji bo rizgariyê jî heye.”

‘TÊGIHAN BEREVAJÎ DIKIN’

Norman Peach ji bo ku PKK ji ‘lîsteya terorê’ bê derxistin, îşaret bi van xalan kir: "Ji bo ku em bi daxwaza ku PKK ji lîsteya terorê bê derxistin û perwerdeya li ser armanc û çalakiyên PKK'ê bê teşwîqkirin, divê însiyatîfeke hevpar a hemû saziyên piştgiriya Kurdan û Ewropayê hebe. Bê guman heke yekane rêxistina ku li dijî DAIŞ'ê tê dikoşe, bi terorîzmê were sûcdarkirin, ev berevajîkirina têgihan e.

Serlêdanên beriya niha yên ji bo derxistina PKK'ê ji lîsteyê, hatibûn redkirin. Berjewendiyên hevpar ên bi Tirkiyê re gelekî xurt in û siyaset jî gelekî bê wijdan e ku ji vê hevkariya xwe nade paş. Ji bo îqnakirina hikumetan da ku zextê li hikumeta Tirk bikin, divê were îzahkirin bê ka çi zirar li mafên mirovan û mafên giştî yên siyasî tê kirin.”

'BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ SÛCEKÎ GIRAN E'

Têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li hemberî gerîla, Peach wiha axivî: "2 sal berê li Parîsê li dijî Erdogan û şerê wî yê li hember Kurdan, Dadgeha  Gelan hebû. Ji ber gelek sûc, mafên mirovan û binpêkirina mafên navneteweyî hate mehkûmkirin. Ji ber ku ne pêkan bû hikumeta Tirk di dadgehên dewletan de hesab bide, ev dadgeh wê demê pêk hat. Biryara dadgehê sembolîk bû ku dadgehên neteweyî û Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (ICC) ya li Laheyê nîşan da bê ka kîjan sûc bê ceza hiştine. Beriya her tiştî bikaranîna çekên kîmyewî sûcekî giran e. Beriya ku giliyê sûc li ICC'yê were kirin, divê hemû delîl werin komkirin.”

'QEDERA KURDAN BÊYÎ BERXWEDAN Û TÊKOŞÎNÊ NAGUHERE'

Norman Peach her wiha ev peyam da: "Ji bo PKK û gerîla tenê tiştek heye; berdewamkirin. Bêyî berxwedan û têkoşînê qedera Kurdan naguhere. Divê teqez bê zanîn ku li gel vê têkoşîna azadî û rûmeta mirovahiyê, hevgirtineke mezin a cîhanê heye."

NORMAN PEACH KÎ YE?

Li Zanîngeha Hamburgê profesorê rûmetê ye û parlamenterekî berê û pisporê hiqûqa navneteweyî ye. Di 12'ê Nîsana 1938'an de li bajarê Bremerhaven ê Almanyayê ji dayik bû. Paech li Bonnê li Wezareta Hevkariya Aboriyê ya Federal dest bi xebata xwe kir. Wek lêkolîner li Navenda Lêkolînê ya Federasyona Zanyaran a Almanyayê ya li Hamburgê karê xwe dewam kir.  Paech di sala 1975'an de li Zanîngeha Hamburgê profesorê zanistên siyasî bû û piştre li Zanîngeha Hamburgê ya Aborî û Siyasetê dersa hiqûqa giştî da. 9 salan serokê Komeleya Hiqûqnasên Demokrat bû. Paech edîtorê kovara bi navê Hiqûq û Demokrasî ye û endamê Desteya Şêwirmendiya Zanistî yên ATTAC, IALANA û IPPNW ye. Paech ji sala 2005'an heta 2009'an endamê Parlamentoya Almanyayê bû û berdevkê Komîteya Karên Derve ya Die Linke (Partiya Çepgir) bû. Li ser hiqûqa navneteweyî gelek gotar û pirtûk nivîsandine.