Îmarat, plana "Aborî di xizmeta siyasetê de ye" li ser dewleta Tirk pêk tîne

Serdana welîehdê Ebû Zebî ji bo Tirkiyê û herêmê bi giştî destpêka merheleyeke nû ye. Ji ber ku her du dewlet di gelek aliyan de dijber bûn. Gelo dê peymanên dawî yên her du dewletan krîza wan bi dawî bikin û berdêla ku dewleta Tirk daye çi ye?

Îmarat, plana "Aborî di xizmeta siyasetê de ye" li ser dewleta Tirk pêk tîne
26 mijdar, 2021   05:15
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL-HEBÎB

Piştî tawan û şerê nerasterast ê di navbera dewleta Tirk û Îmaratê de ji Sûriyê bigire heta bi Misir, Lîbya, Yemen û hwd, Welîehdê Ebû Zebî Mihemed Bin Zayid ji hêla Enqerê ve bi heybet hat pêşwazîkirin.

Têkiliyên siyasî yên Ebû Zebî û Enqereyê 10 salan qut bûbû.  Ev têkilî bi peywendiyên bi telefonan ku demekê dirêj kirin baş çêbû. Wezîrên karên derve yên her du welatan bi telefonê bi hev re axivîn. Dûvre şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Îmaratê Şêx Tehnon Bin Zayid di Tebaxa borî de serdana Enqereyê kir û bi Erdogan re civiya.

QONAXÊN BERBIÇAV

Têkiliyên Îmarat-Tirkiyê di sê qonaxên berbiçav re derbasî bûn. Ya yekemîn her du dewlet derbarê Misirê de bi nakok bûn. Wê demê Ebû Zebî piştgiriya îstîfakirina nûnerê îxwan û serokê Misirê Mihemed Mursî dikir ku dewleta Tirk destek dida Mihemed Musrî.

Qonaxa duyemîn, Îmarat bi piştgiriya darbaya binketî ya li Tirkiyê ya di 2016’an de çêbûye hat tawanbarkirin. Bi wê re wezîrê Karên Hundirîn ê Tirkiyê Suleyman Soylu di 2020’an de Îmarat tawanbar kir ku ew hewl dide dewleta Tirk têk bibe, alozî û tevliheviyan derxîne.

Qonaxa sêyemîn jî bi destpêka krîza Kendavê ya 2017’an de bû ku dewleta Tirk li kêleka Qeterê sekinî.

Di demekê de ku Erebistana Siûdî, Îmarat, Behreyn û Misirê têkiliyên dîplomasî bi Qeterê re qut kirin û deriyên bejahî yên bi ser wê ve girtin û qedexe kir ku balafirên Qeterê li ser asîmanên wan bigerin û keştî ber bi Qeterê ve biçin, piştî du rojan parlamentoya Tirkiyê li ser peymana hevkariya leşkerî ya di navber Qeter û Tirkiyê de îmze kir. Ji bendên wê ew e ku  dewleta Tirk baregeheke leşkerî li Qeterê ava bike û leşkerên xwe li dewleteteke Kendavê belav bike.

‛GIRÊDANA BI STRATEJIYA AMERÎKA YA PÊŞEROJÊ’

Têkildarî vê yekê rojnameger û analîzvanê karûbarên dewleta Tirk Sarkis Kassarjian wiha got: "Bi şopandina geşedanên ku li herêmê rû didin, ji civîna El-Ula ya ku bi lihevanîna Kendavî-Kendavî re bi dawî bûye, heta bi hewldanên Kendavê yên xwegihandina peymaneke bi Îranê re û îro jî serdana şandeya Îmaratê ji Tirkiyê re û serdana şandeya Îmaratê ji Qeterê re, eşkere dibe ku ev parçeyek bi stratejiya DYA’yê ya pêşerojê ve girêdayî ye. Ji ber ku DYA’yê ragihand ku li hember Çînê bisekine û girîngiyê bide Rojhilata Navîn. Di encamê de dewletên herêmê neçar in ji nû ve belge û têkiliyên xwe dîzayn bikin da ku xeteriyên li ewlehî û pêşeroja wan dikin kêm bikin."."

ABORÎ DI XIZMETA SIYASETÊ DE YE…DEWLETA TIRK JI HÊLA ABORÎ HILDIWEŞE Û ÎMARAT KEYSBAZ DIKE

Di demekê de dewleta Tirk di qeyraneke aborî ya mezin re derbas dibe ev serdan pêk hat. Sêşema borî nirxê lîreya Tirk li hember dolarekî ji sedî 15 daket, ev jî cara yekemîn e nirxê lîreya Tirkiyê digihîne vê astê.

Daketina nirxa lîreya Tirkiyê li hember dolarê amerîkî, piştî rojekê ji parastina Erdogan li ser plana kêmkirina buhayên fayîzê ji bo geşkirina aboriyê û soza ji bo "şerê serxwebûna aboriyê" li welat çêbû.

Îsal nirxê lîreya Tirkiyê ji sedî 45 zirar kir, bi vê yekê lîreya wê li cîhanê nirxa xwe winda kir û baweriya fînansmenan ji dest da.

Bi serdana Welîehdê Ebû Zebî Şêx Mihemed Bin Zayid ji Enqerê û hevdîtina serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan re di 24’ê vê Mijdarê de dewleta Tirk û Îmaratê gelek peymanên bazirganî îmze kirin.

Peyman û muzakereyên hevkariyên yên di navbera her du dewletan de, li ser bazirganî, enerjî, jîngeh û fînansê bûn, li gel wê jî Ebû Zebî ragihand ku sendoqeke bi nirxê 10 milyar dolar ji bo piştevaniya fînanskarên li Tirkiyê damezrandiye.

Têkildarî girêdana vê serdanê bi hilweşîna aboriya dewleta Tirk re Sarkis Kassarjian ev tişt got: "Nêrîna Îmaratê eşkere bû, ew nêrîn ji hêla wezîrê dewletê yê karûbarên derve yê berê û şêwirmend Enwer Qereqaş ve hat pêşkêşkirin. Di vê nêrînê de li ser fikirê aborî di xizmeta siyasetê de hat axaftin."

Kassarjian ev tişt anî ziman: "Îmarat hewl dide belgeyên xwe bide hev û aboriya xwe geş bike. Di vê yekê de Tirkiyê xakeke şûv ji bo fînans û qezencên aborî dibîne ku cih, xweza û hejmara niştecihên wê dibin alîkar. Ev tevahî mijar dihêlin Îmarat li ser fînansê teşwîq bibe. hêmana herî girîng di vê demê de daketina nirxê lîreya Tirkiyê ye. Ev jî ji bo ku Îmarat fînansên mezin bi buhayên kêm wergire hêsantir e."

Têkildarî rewşa aborî ya li Tirkiyê Kassarjian wiha berdewam kir: "Rewşa aborî ya li Tirkiyê krêt e û beriya serdanê nirxê lîreya Tirkiyê li hember dolar gihaşt 13 lîreyan û nîv û di dîroka lîreya Tirkiyê de cara yekemîn e nirxê lîreyê Tirkiyê ewqas dadikeve. Lê ji ber texmînên mezin ji vê serdanê û piştre ragihandina li ser fînansên îmaratî yên bi nirxê 10 milyarên dolar, nirxê lîreya Tirkiyê geş bû.

Niha lîreya Tirkiyê li hember dolar 12,10 ye, ev jî nirxekî pir kêm e. Her wiha bi destpêkirina ferzkirina zêdebûna li ser buhayên enerjî û buhabûna nan re bandorên daketina nirxê lîreya Tirkiyê li hember dolar hene. Heta niha hikumeta Tirkiyê hewl dide sînorê buhayan biparêze. Lê bi zêdebûna kirîna dolar re, dê buha bi awaykî xwezayî zêde bibin û bi wê re dê krîza aborî ya Tirkiyê kûrtir bibe."

GELO DÊ EV PEYMAN ERDOGAN JI KRÎZÊ RIZGAR BIKE?

Têkildarî girîngiya peymanan, Sarkis Kassarjian wiha axivî: "Ev peyman bi tenê nikarin Erdogan rizgar bikin, lê dikare piçekî piştgiriya geşkirina lîreya Tirkiyê bike. Ya herî girîng di van peymanan de geşekirina fînansên Îmaratê ye ku baweriyê bide fînansmenên biyanî li Tirkiyê û ji nû ve welatiyên tirkî baweariyê bi lîreya Tirkiyê bikin. Bê guman hin pêşketin çêbibin, lê bi gotina ku dê 10 milyar dolar werin fînansekirin û Erdogan rizgar bikin, pir e. Lê 167 milyar dolar deyn li Tirkiyê hene û divê di kêmî salekî de bide. Di encamê de mijar ji sendoqa fînansê ya Îmaratê ya bi nirxê 10 milyar dolar mezintir e."

‛TIRKIYA ERDOGAN…JI HEGEMONIYÊ BER BER HEVRIKIYA ABORÎ YA DI NAVBERA ÎMARAT Û QETERÊ DE’

Sultanê Osmanî bi firehkirina hegemoniya welatê xwe difikirî  û êdî dewleta Tirk bûye heştpê.

Lê rola Misirê û bi hevkariya bi dewletên herêmê re yên zirar ji tevgerên dewleta Tirk dîtine, ev tevger bi bin xistin û dewleta Tirk tu qezenc ji tevgerên xwe yên li rojhilatê Deryayê Spî û Afrîkayê wernegirt. Li gelê wê jî piştevanî û destwerdana Rûsyayê ji bo Şamê û hebûna Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê sûriyê planên dewleta Tirk li Sûriyê têk birin.

Ji ber van binketinan, dewleta Tirk hewl didin têkiliyên xwe bi gelek weletan re baş bike. Li ser vê yekê ji Misir û dewletên Kendavê xwest ku diyalogan bi wan re pêk bîne, lê diyaloga wê ya bi Misirê tu pêşketin bi xwe re neanîn.

Derbarê dewleta Tirk çi ji Îmaratê re pêşkêş kir de, Sarkis Kassarjian wiha axivî: "Em li vir li ser berjewendiyên aborî yên dualî diaxivin. Lê dawiyê berjewendiyên aborî ên her du aliyan hene. Têkildarî mijara siyasî jî, dewleta Tirk ji demekê ve li gelek dewletên ereban dev ji plana xwe ya osmaniya nû û piştevaniya Îxwan El-Muslimîn berdaye. Ji ber ku ev proje di bingehê de projeyeke kevn e û pêk nayê. Ne tenê dewleta Tirk di vê projeyê de bû, di heman demê de tevahî dewletên rojavayî yên lku di destpêka qaşo Buhara Ereban de piştevanî kir ku Îxwan El-Mislimîn desthilata li dewletan ereban kontrol bikin. Lê piştî ev dewlet ji destekdayînê vekişîne, dewleta Tirk xwest ku bi tenê vê projeyê pêk bîne. Lê dûvre zanî ku ew bi ser nakeve. Proje bi bin ket. Destpêkirina binketina wê jî li Misir, piştre li Tunis û niha jî li Lîbyayê bû û di Sûriyê de jî bi bin ket. Tu cihê îxwanan di kontrolkirina van welatan de nema."

Piştî Erdogan hewl da serweriyê li ser dewlemendiyên dewletên Ereb û Rojhilata Navîn bike, mîna Lîbya, Tunis û rojhilatê Deryaya Spî dewleta Tirk bûye qadeke şûv ji bo dewletên aborî.

Qeterê di dirêja van çend salan de li Tirkiyê ji sedî 10 borseya Stenbolê kontrol kir, piştre berava Antakya navendên bazirganiyê yên mezin li Stenbolê û projeya pêşxistina Kendav Sedsala Zêrîn e ya li aliyê ewropî ji bajarê tûrîzmê kontrol kirin.

Çavdêran da zanîn ku van tevahî fînansan hişt ku Ebû Zebî parên din ên projeyên Tiriyê bikire û şîrketên stratejîk ava bike, nexasim projeya Qenaya nû ya Stanbolê ya ku Derya Marmare û Derya Reş bi hev ve girê dide.

Ev dewlet xwesteka dewleta Tirk a piştevaniya aboriya Tirkiyê û pereyê wê keysbaz dikin. Ji ber tenê îsal ji sedî 40 ji nirxê xwe li hember dolar winda kir. Ev yek jî Erdogan bi fikar dike û gefan li şansên serkeftina Erdogan di hilbijartinên Hezîrana 2023’yan de dixwin.

Kassarjian wiha got: "Dewleta Tirk di vê demê de li ser daneheva belgeyên xwe li hundir pir baldar e û Erdogan hewl dide herî kêm berdewam desthilatiya xwe di hilbijartinên bê de misoger bike, bi taybet ev tevahî danehev û guhartina rejîma desthilat tenê bi yek armancê ne, ew jî berdewama di desthilatê de ye. Niha, armanca bingehîn ya dewleta Tirk ewlehiyê ji Erdogan re pêk bîne."

BANDORA VAN PEYMANAN LI SER DOSYAYÊN HERÊMÊ

Têkildarî bandora vê nêzbûnê li ser dosyayên herêmê, Sarkis Kassarjian ev tişt anî ziman: "Belê, dê bandor hebe. Lê divê em asoya texmînan li vir jî bilind nekin. Ji ber di dawiyê de em siyasetên parçeyî dibînin. Bi wê re dibe ku ev têkilî berdewam bikin û germtir bibin. Di demekê de nakokî di gelek dosyayan de hene, têkiliyeke xurt di navbera Enqere û Moskovê de hene, her wiha di navbera Enqere û Tehranê de digel kûrbûna nakokiyan di gelek dosyayan de hene. Dosyaya Ukrayna ji bo Moskovê dosyayeke pir hestiyar re û bi ewlehiya wê ya neteweyî ve girêdayî ye û li ser vê yekê bi dewleta Tirk re nakok e.  Her wiha Îran û Tirkiyê têkildarî dosyaya Sûriyê bi Rûsyayê re bi nakok in. Her wiha dewleta Tirk bi Rûsyayê re li ser dosyaya Sûriyê û Lîbyayê bi nakok e."

Rojnameger û analîzvanê karûbarên Tirkiyê Sarkis Kassarjian wiha dawî li gotina xwe anî: "Dibe ku çarçoveya siyasî ya têkiliyên Îmarat-Tirkiyê bi awayekî beşî bişibin têkiliyên Tirkiyê bi Rûsya û Îranê re. Lê dewleta Tirk pêdiviya xwe bi Îmaratê heye, ne ji bo fînansê. Li gel wê jî Sadat Paker li Îmaratê ye û li gel wî gelek agahiyên hestiyar hene. Bê guman ez texmîn dikim ku ev têkilî dê bandoreke neyênî li dosyayên binakok ên her du aliyan bikin, lê belê ne di asta lihevkirina nêrîn an jî stratejiyan de."

(fr)

ANHA