Şêwekar Hesen Hemdan semîner da

Li Hesekê, di çarçoveya çalakiyên pêncşema çandî ya asayî de, Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê semînerek organîze kirin.

Şêwekar Hesen Hemdan semîner da
Şêwekar Hesen Hemdan semîner da
Şêwekar Hesen Hemdan semîner da
Şêwekar Hesen Hemdan semîner da
Şêwekar Hesen Hemdan semîner da
Şêwekar Hesen Hemdan semîner da
25 mijdar, 2021   19:01
HESEKÊ

Semîner bi navê "Çîrokên ji bîranînê û qonaxên hunerî di jiyana hunermend de" ji aliyê şêwekar Hesen Hemdan ve hate dayîn.

Di semînera ku li parka Xwendinê ya taxa Til Hecer a bajarê Hesekê hate dayîne de bi dehan rewşenbîr û endamên saziyên sivîl beşdar bûn.

Semîner bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre şêwekar Hesen Hemdan dest bi dayîna semînerê kir û wiha got: "Ji kevn ve huner li herêmê  heye û bi demê re pêşket û destanên ji wêneyan derketin. "

Hesen Hemdan diyar kir ku li herêma Cizîrê  mîrasên çandî yên pirreng hene û ew bi kelepora xwe ya şaristanî bi nav û deng e, ji ber ku di nava xwe de gelek pêkhate û şaristaniyan dihewîne.

Hemdan nîşan kir, hunera şêwekarî ji kevntrîn zimanê axaftinê ya mirovahiyê ye û da zanîn ku wênexêzan li malên kevnare tên dîtin.

Hemdan îşaret pê kir ku her pêkhateyek li herêma Cizîrê taybetmendiyeke wê cûdayî pêkhateya din heye, cil û bergên her herêmekê cûdayî herêmê din e.

Şêwekar Hesen Hemdan her wiha behsa galeriyên kevn ên li herêmê derketin û şêwekarên ku bi wênexêz û hunerên xwe dîroka herêmê derxistin, kir.

Semîner bi nîqaşan bi dawî bû.

(l.e)

ANHA