ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-11-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-11-2021
26 mijdar, 2021   00:00

-Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê konferansa xwe ya 7'emîn li hola Silko ya taxa Xişman li dar dixe, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Tirbespiyê cenazeyê şehîd Seîd Elî li goristana Şehîd Dilşêr oxir dikin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Apê Mihemed Xelîl bi heval û hezkiriyên xwe re êş û azarên xwe parve dike û gund û mala xwe yên ku ji aliyê dagirkeran ve hatine desteserkirine, bi bîr tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Siyasetmendarên Kurd diyar kirin ku berxwedana dîrokî ya gerîlayan, hêzên dagirker neçar kirin ku ji hin herêman vekişin û banga domandina destekdayîna berxwedana gerîlayan kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Norman Peach got "Bicihkirina PKK’ê di ‘lîsteya terorê’ de, biryareke siyasî ye ku bi temamî ji bo berjewendiya Tirkiyê ya hevkara NATO'yê ye." (BI WÊNE).

- Ji ber gendelî û kiryarên partiya serwer a li Başûrê Kurdistanê PDK'ê û hevkariya wê bi sîstema kapîtalîst a AKP'ê, bi hezaran Kurd ji warê xwe koçber bûne û bûne amûrê şerê tayber di destên dewletên kapîtalîst. (BI WÊNE).

- Endamê Desteya Rêveber a PYD`ê ya Herêma Firatê Ehmed Şêxo got, cihê mixabiniyê ku zêdegaviyên dewleta Tirk a dagirker û rewakirina wê bi hebûna PKK`ê ve were girêdan û got, di rastiyê de PKK`ê hemû  planên dewleta Tirk a dagirker têk birin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Ji bo civakeke bê tundî were avakirin, destpêkê divê sedemên tundiyê, cûreyên wê û awayên belavbûna wê were naskirin, nemze ku bi destpêka aloziya Sûriyê zêdetir bûye. Têkildarî mijarê, jinên di saziyên Rêveberya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dixebitin çareserî destnîşan kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Serdana welîehdê Ebû Zebî ji bo Tirkiyê û herêmê bi giştî destpêka merheleyeke nû ye. Ji ber her du dewlet di gelek aliyan de dijber bûn, gelo dê peymanên dawî yên her du dewletan krîza wan bi dawî bikin û berdêla dewleta Tirk daye tevî ku azara aborî dikişîne, çi ye? (BI WÊNE ).

- Krîza Lubnanê ya bi dewletên Kendavê re hişt ku pîşesazên lubnanê birevin û berdêlekî giran bidin. Ji ber ku dewlet li hember berpirsiyariyan bê çare ye. Bi wê re komeleya pîşesazan teqez kir ku piranî pîşesazên lubnanî sûkên li welatên din lêkolîn dikin ku kargehên xwe veguhêzin wir. (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

-Apê Yehya di dikana xwe ya li Reqayê de saetên ku dîroka wan vedigere sedsalekê yan jî zêdetir, dihewîne. Apê Yehya li bajarê Reqayê wekî kevntirîn kesê ku saetên kevin dihewîne ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA