Siyasetmedar: Dagirker li her derê dê têk biçin

Siyasetmendarên Kurd diyar kirin ku berxwedana dîrokî ya gerîlayan, hêzên dagirker neçar kirin ku ji hin herêman vekişin û banga domandina destekdayîna berxwedana gerîlayan kir.

Siyasetmedar: Dagirker li her derê dê têk biçin
26 mijdar, 2021   00:38
HESEKÊ – BASLIL REŞÎD

Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya Hêzên Parastin Gel (HPG) di daxuyaniya xwe ya 19'ê Mijdarê de ev agahî parve kiribû: "Operasyona dagirkeriyê ya ku dewleta Tirk a dagirker li qadên Werxelê û Tabûra Ereban ên herêma Avaşînê dane destpêkirin, ji aliyê hêzên me ve bi berxwedaneke dîrokî hate pêşwazîkirin. Dagirkerên ku nekarîn li ber vê berxwedanê bisekinin û fêhm kirin ku wê derbên hîn girantir bixwin, ji qadên Werxelê û Tabûra Ereban vekişiyan."

endamê Partiya Komarî ya Kurdistanî - Sûriyê Mihemed Ehmed teqez kir ku berxwedana gerîla ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê hemû hewldanên artêşa Tirk têk bir.

Mihemed Ehmed wiha got: "Vekişandina hêzên dewleta Tirk ji Werxelê û Tabûr Ereban, nayê wateya ku dagir têk çûn. Di hin cihan de têk çû lê heta van kêliyan li herêmên din ên Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê şer heye û ew jî dê weke yên berê têk biçin."

Artêşa Tirk a dagirker ji 23`yê Nîsana borî ve êrişên qirkirin û dagirkirinê li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Başûrê Kurdistanê pêk tîne. Ev êriş piştî binketina dewleta Tirk a li herêma Garê di 14`ê Sibatê de, dest pê kirin.

Her wiha şêwermendê siyasî yê Partiya Rêkeftina Demokrat a Kurdî li Sûriyê Ekrem Hemo jî destnîşan kir ku dewleta Tirk bi rêya êrişên xwe, îrade û berxwedana kurdistaniyan dike hedef û di êrişên xwe yên li ser Kurdistanê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de çekên kîmyewî yên qedexekirî bikar anî.

Ekrem Hemo wiha domand: "Dewleta Tirk ne tenê gelê Kurd dike hedef. Di heman demê de dixwaze hemû gel û pêkhateyên herêmê tune bike û êrişên li dijî pêkhateyên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî hewldanên wê eşkere dike."

Hemo di axaftina xwe de bang li gel, pêkhateyên Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku yekitiya xwe ava bike û teqezî li ser girîngiya yekitiya partiyên siyasî kir da ku li hember êrişan û dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bisekinin û her wiha planên wan ên dagirkirinê têk bibe.

Siyasetmedar Mihemed Ehmed anî ziman ku berxwedana gerîla xwe dispêre hêza gelê Kurdistanê û kombûna gelê Kurd li derdora gerîla dê dagirkeran li her derê têk bibe.

(bx)

ANHA