QSD’ê nûçeyên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk derewandin

QSD'ê îdiayên dewleta Tirk ku şervanên wan li herêmên dagirkirî êriş pêk anîne û hejmarek şehîd bûne, derewandin.

QSD’ê nûçeyên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk derewandin
23 mijdar, 2021   18:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk ku dibêje şervanên wan li herêmên dagirkirî êriş kirine û hejmarek şehîd bûne, daxuyaniyek li ser hesabê xwe yê twîtterê belav kir.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Li gorî nûçeyên ku Wezareta Berevaniya dewleta Tirk a dagirker weşand, rojên 19, 20 û 23'yê Mijdarê hêzên me êriş birine herêmên dagirkirî û di encamê de roja 19'ê Mijdarê 6, 20'yê Mijdarê 3 û 23'yê Mijdarê jî 4 şervanên me hatine şehîdxistin. Ev nûçe derew in."

ANHA