Balafirên şer ên Rûsyayê 8 caran li dijî gundewarê Idlibê êriş pêk anîn

Balafirên şer ên Rûsyayê bi 8 êrişan bajarokên gundewarê başûr rojhilatê Idlibê bombebaran kirin.

Balafirên şer ên Rûsyayê 8 caran li dijî gundewarê Idlibê êriş pêk anîn
15 mijdar, 2021   12:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Hemwextî firîna balafirên şer ên Rûsyayê li esîmanê herêma “Bêçek” balafirên Rûsyayê bi 8 êrişan derdora herêmên Mecdeliya û Dêr Sunbul ên gundewarê başûr rojhilatê Idlibê kirin hedef.

Li aliyekî din Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di topbarana hêzên hikumeta Şamê ya li dijî gundê Kefer Noran ê gundewarê rojavayê Helebê de zarokek û jinek hatin kuştin û 3 kes ji malbatekê birîndar bûn.

Her wiha balafirên şer ên Rûsyayê li nêzî gundê Mecdeliye yê li ser rêya Heleb-Laziqiye (M4) ku gelek nuqteyên dewleta Tirk a dagirker hene, êriş pêk anîn.

(şx)