Meclisa Rêveber projeyên îsal nîqaş kirin

Desteya Serokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser civîna xwe ya yesayî li dar xist. Nûnerên desteyan projeyên xizmetguzariyê, aborî û aktîfkirina nivîsgehên xebatê yê Rêveberiyên Xweser û Sivîl nîqaş kirin.

Meclisa Rêveber projeyên îsal nîqaş kirin
Meclisa Rêveber projeyên îsal nîqaş kirin
Meclisa Rêveber projeyên îsal nîqaş kirin
Meclisa Rêveber projeyên îsal nîqaş kirin
Meclisa Rêveber projeyên îsal nîqaş kirin
6 mijdar, 2021   16:12
REQA

Civîn li hola avahiya civînan a Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a bajarê Reqayê bi beşdariya hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid û Ebid Hamid El-Mihbaş, cîgirên wan Hesen Koçer û Hemdan El-Ebid, hevserokê Daîreya Têkiliyên Karên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Omer û nûnerên desteyên meclisên rêveber li dar ket.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre rewşa siyasî hate nîqaşkirin. Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Omer îşaret bi girîngiya serdanên şandeyên herêmî û navneteweyî yên ji herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re kir, her wiha geşedanên siyasî û ewlehî li herêmê, dosya DAIŞ`ê û girîngiya dadgehkirina wan û malbatên wan nirxand.

Omer got: "DYA`yê piştrast kir ku ew zextê li Rûsyayê dike ku li herêmê garantorekî sereke yê diyalogên di navbera hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser de ye, ji ber ku dagirkirina herêmên nû yan jî êrişên nû tê wateya koçberkirineke nû û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê bi kareseteke mirovî re rû bi rû bimînin."

Piştre beşdaran raporên mehane yên projeyên 2021`ê xwendin, projeyên hîn di pratîkê de ne û yê hîn pêk nehatine û zehmetiyên hemû deste dikişînin nîqaş kirin.

Piştî xwendina raporan û nirxandina wan, Desteya Serokatiya Meclisa Rêveber îşaret bi girîngiya projeyên xizmetguzariyê û piştgiriya malbatên şehîdan kir. Her wiha bal kişand ser girîngiya vekirina dewreyên perwerdekirinê yê taybet bi kar û xebata îdarî ya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser û aktîvkirina nivîsgehên xebatê yê rêveberiyên sivîl û xweser.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber  Hesen Koçber îşaret bi girîngiya rewşa aborî ya herêmê, pirsgirêka debarê û xwe îdarekirinê kir.

Beşdaran di dawiyê de mekanîzmeya belavkirina madeya mazotê ya zivistanê û bidawîkirina wê di dema ku hatiye veqetandin û li gorî kartên malbatan nifûs were kontrolkirin, nîqaş kirin.

(eh)

ANHA