Eşîrên Dêrazorê: Em bi QSD û Rêveberiya Xweser re ne

Şêx û rûspyên rojhilatê gundewarê Dêrazorê hemû awayên dagirkirina herêmê şermezar kir û piştgiriya xwe ya ji QSD`ê nîşan da.

Eşîrên Dêrazorê: Em bi QSD û Rêveberiya Xweser re ne
6 mijdar, 2021   16:15
DÊRAZOR

Meclisa Eşîrên El-Bokemal bi daxuyaniyekê sekna xwe ya li dijî hemû awayên dagirkirina herêmê, nîşan da.

Şêx û rûspyên Meclisa Eşîrên El-Bokemal, nûnerên saziyên sivîl û meclisên herêmî yê rojhilatê gundewarê Dêrazorê dema xwendina daxuyaniyê amade bûn.

Endamê Meclisa Eşîrên El-Bokemal Selah El-Selman daxuyanî xwend. Di daxuyaniya Meclisa Eşîrên El-Bokemal de ev hate destnîşankirin:

"Rûspî û şêxên herêma rojhilat û Meclisa Eşîrên El-Bokemal, ji ewladên gelên xwe û ji cîhanê re isbat dikin ku em li dijî hemû awayên dagirkeriyê yên gefan li herêmên me dixwe, disekinin. Her wiha di parastina gel û xaka xwe de em piştevanên QSD`ê û Rêveberiya Xweser in. Li ser vê yekê em ê li dijî hemû hewldanên têkbirina ewlehî û îstiqrara me bisekinin. Di dawiyê de em bang li cîhanê û rêxistinên mirovî dikin ku piştgiriya projeya me ya demokratîk bikin."

(eh)

 ANHA