Serokwezîrê  Iraqê bo parastina xwepêşanderan biryarek nû da

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li ser parastina xwepêşandarên biryarek nû da ku ji serokatiya efserên bilind, nûnerên hêzên ewlekariyê û Heşd Şebî navendek were avakirin.

Serokwezîrê  Iraqê bo parastina xwepêşanderan biryarek nû da
6 mijdar, 2021   15:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî weke Fermandarê Giştî yên Hêzên Çekdarî  ji bo parastina xwepêşanderan biryar da ku ji serokatiya efserên bilind, nûnerên hêzên ewlehiyê û Heşdî Şebî navendek were dirûstkirin.

Di daxuyaniya Fermandiya Operasyonan de tê gotin ku ev biryar ji bo pêşîlêgirtina aloziya di navbera xwepêşanderan û hêzên ewlehiyê de girîng e.

Fermandiya operasyonan daxwaz ji xwepêşanderan kir ku girêdayî azadiya ramanê bin ku di destûra Iraqê de hatiye misogerkirin. Her wiha bang li hêzên ewlehiyê jî tê kir ku erkên xwe ji bo parastina azadiya ramanê û mafên mirovan pêk bînin.

Duh piştî nimêja Înê aliyên Şîe yên ji encamên hilbijartinê nerazî ne, li dijî encamên hilbijartinê li Bexdayê daketin qadan û ber bi herêma Kesk a Bexdayê ve çûn. Di navbera xwepêşander û polîsan de alozî derket.

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê diyar kir ku di xwepêşandanên li Bexdayê de 125 kes birîndar bûne, ji kesên birîndar bûne 27 kes sivîl in û yên din hêzên ewlehiyê ne.