Rêxistinên Jinan ên li Silêmaniyê  bi nêzîbûna 25'ê Mijdarê pêngaveke ragihand

Li gorî ajansa Rojnews`ê, rêxistinên jinan ên li Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê li bajarên parêzgehê, pêngava Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan dan destpêkirin.

Rêxistinên Jinan ên li Silêmaniyê  bi nêzîbûna 25'ê Mijdarê pêngaveke ragihand
6 mijdar, 2021   15:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansê ji ser zimanê çavdêra pêngava Şanyaz Faiq ragihand ku tundiya li ser jinan li welatên cîhanê bûye diyardeyek û jinên Kurdistanê ji vê yekê bê par nemane.

Şanyaz Faiq destnîşan kir ku sedemên zêdebûna tundiya li ser jinan a li Başûrê Kurdistanê li dab û nerîtên civakê vedigere, her wiha rewşa aborî ya civakan û nakokiyên siyasî ku heta asteke mezin bandor li jiyana Kurdistanê bi taybet û Iraqê bi giştî kiriye.

Şanyaz Faiq ev li axaftina xwe zêde kir: "Li ser vê yekê armanca me ji vê pêngavê ew e ku her kes berpirsyariya xwe nas bike da ku rê li pêşiya vê diyardeya xeter were girtin. "

Şanyaz Faiq di berdewamiya nirxandinên xwe de got: "Ger ev diyarde berdewam bike, dê rewşa civaka me ne baş be û ne li gorî hêviyên nifşên nû be. Di heman demê de dê bandorê li têgihiştina me ya ji proseya demokratiyê re bike. Ji lew re erka her kesî ye ku bi hemû rêbazan sînorekî ji vê diyardeyê re deyne û civakê ji vê afata xeter rizgar bike."

Bi mijarê vê girêdayî Şanyaz Faiq bang li rêxistinên civaka sivîl, oldar, rewşenbîr û dezgehên çapemeniyê kir ku bi wan re hevkar bin û çanda lêborandin, rêzgirtin, têkbirina tundiya li ser jinan, jinan a bi bihanyên cihêwaz qetil nekin, temenê zewacê bilind bikin, têkildarî tundiya li ser jinan qanûnekî destnîşan bikin.

Di dawiyê de çavdêra pêngavê bang li hikumetê kir ku di aliyê aborî de piştgiriya jinan bike.

(eh)