Rojnameyên erebî: Sewqiyatên hikumeta Şamê bi desteka Rûsyayê li gundewarê Helebê

Rojnameyên erebî îro behsa sewqiyatên leşkerî yên li herêmên Sûriyê, rewşa li Etiyopyayê û Lîbyayê kir.

Rojnameyên erebî: Sewqiyatên hikumeta Şamê bi desteka Rûsyayê li gundewarê Helebê
1 mijdar, 2021   08:30
NAVENDAN NÛÇEYAN

SEWQIYATÊN RÛSYA Û HIKUMETA ŞAMÊ YÊN LI GUNDEWARÊ HELEB

Rojnameya El-Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Hemwextî şerê di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de li bakurê Helebê, hêzên hikumeta Şamê û yên din ên alîgirên Îranê tevî balafirên şer ên Rûsyayê sewqiyatên mezin şandin herêmên gundewarê Babê yê bakur rojhilatê Helebê yê bakurê Sûriyê.

Li gorî rojnameyê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên li herêmê, li gel seferberiyekê û girtina rêyên ber bi herêmê ve, hêzên hikumeta Şamê di çend saetên dawîn de karwaneke leşkerî ya mezin şand eniyên pêşîn ên gund û bajarokên Til Rihal, Til Zoyan û Digilbaş ên li derdora Babê yê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin.

Çavkaniyan diyar kir ku sewqiyatên leşkerî ji gelek endam, tank, moşekavêj, topavêj, cebilxane û amûrên leşkerî yên lojistîk pêk tê, bi wan re du helîkopeterên Rûsyayê jî hebûn ji akademiya Leşkerî ya El-Esed ku li aliyê başûrê Helebê ye û ji balafirgeha Giwêris ya leşkerî ku li rojhilatê wê ye bi rêketin.

Rojnameyê bi bîr xist ku li baregeh û nuqteyên leşkerî yên Tirk ên li gundewarê başûr û rojhilatê Idlibê seferberî heye. Hemwextî wê sewqiyatên din ên Tirkiyê gihaştin nuqteyên li Bînîn, Bare, Nêrab û Teftanazê. Li rex wê komên çeteyan ên qaşo bi navê Odeya Fetih El-Mubîn ketin nav liv û tevgerê. Her wiha gelek nuqteyên xwe yên li hemberî hêzên hikumeta Şamê yên li eniyên şer ên Çiyayê Zawiye bi çek û cebilxane asê kirin.”

ETIYOPYA JI BO TIRKIYÊ Û ÎRANÊ BÛYE MEYDANA PÊŞBAZIYÊ

Rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Rewşa şerê domdar ê li herêma Tîgray rê vekir ku Etiyopya ji bo hevrikiya di navbera Tirkiyê û Îranê de ya kontrolkirina Afîrkayê bibe cih. Her du dewletan bê koordîne desteka leşkerî didin hêzên hikumî, da ku sûdê ji paşdeçûna desteka amerîkî bigirin ku Etiyopyayê di encamê helwesta serokê hikumetê Abî Ehmed de winda kir piştî ku hevbendiya bi Erîtîryayê re pejirand û sûcên şer li herêma Tîgray pêk anîn.

Ji ber Etiyopyayê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ceza li îraniyan ferz bike ku di bernameya dronan û Feyleqê El-Quds de ya girêdayî Pasdarên Îranê kar dikin. Ev ceza li ser fermandarê fermandariya dronan a hêzên hewayî ya Pasdarên Îranê Saîd Agacanî jî hatin ferzkirin.

Piştî Çînê, dewleta Tirk duyemîn mezintirîn dewletên ku li Etiyopyayê îstîsmar dike. îstîsmarên wê derdora 2.5 milyon dolar in. Derdora 200 şirketên Tirkiyê li Etiyopyayê hene piraniya wan di warê qumaş de kar dikin. Ew kargeh derfetên kar ji bo 30 hezar welatê peyda dikin. Asta bazirganiyê ya di navbera her du welatan de sala borî gihaşt 650 milyon dolarî.

Ji tevgerên Etiyopyayê yên di navbera Îran û Tirkiyê de diyar dibe ku ew bi israre ku ji şerê li Tîgray paşde gav navêje. Ruxmî ku hêzên hikumetê gelek caran bi bin ketin. Abî Ehmed bi israre ku çareseriya leşkerî ya herî guncew e. Ev yek jî li gorî Tirkiyê û Îranê ye ku dikarin valahiyê bigirin ku DYA`yê li dû xwe çêkiriye. Li rex wê jî desteka îsraîlê ya ji bo Edîs Ababa jî kêm bûye.”

NEXŞERÊYA DERXISTINA HÊZÊN BIYANÎ JI LÎBYAYÊ HAZIR E

Di karûbarên Lîbyayê de rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: “Mudirê Navenda Lêkolînên Siyasî Afro-Asian a li Qahîrayê Mihemed Fethî El-Şerîf ragihand ku nexşerêya derxistina çeteyan û hêzên biyanî ji Lîbyayê hazir e.”

El-Şerîf ji RT ya Rûsyayê re axivî û got: “Civînên Komîteya 5+5 ku duh li Qahîrahiyê bi beşdarbûna nûnerê navneteweyî yê Lîbyayê Jan Kubic, li dar ketine, di çarçoveya dîtina çareseriyeke cidî û bilez a derxistina çeteyan û hêzên biyanî ji Libyayê de li dar ketin. Nexasim piştî ku çarçoveyên baş ên çareseriyê hatin danîn, lê hinek astengî di pêkanîna wê de heta piştî kongreya Berlîn 2 û kongreya piştgiriya îstiqrarê ku di vê dawiyê de li Terablusê li dar ketî, hebûn.”

El-Şerîf wiha domand: “Civînên li Qahîrayê dê plansaziyekê deyne ji bo ku çete û hêzên biyanî ji welêt derkevin. Piştî ku dewletên cîran û dewletên ku mudaxeleya herêmê kirine vê plansaziyê erê bikin wê ji raya giştî re were ragihandin. Di vê plansaziyê de dê hejmar û cihên hebûna wan hêzan û çeteyan û wexta derketina wan hebe. ”

Di heman çarçoveyê de wezîrê karên derve yê Misrê Samih Şukrî dema Kubis pêşwazî dikir piştrast kir ku ji bo Misrê derketina hêzên biyanî ji Lîbyayê bê îstîsna gelek girîng e. 

(şx)