Jinên Ereb, Tirkmen û Kurd ji şêniyên Kobanê re: Em bi dil û can bi we re ne

Jinên Tirkmen, Ereb û Kurd ên bajarê Minbicê bang li civata navneteweyî û hêzên garantor kirin ku erka xwe bi cih bînin û dawî li van êrişan dewleta Tirk bînin. Jinan piştgiriya xwe bi şêniyên Kobanê re anîn ziman.

Jinên Ereb, Tirkmen û Kurd ji şêniyên Kobanê re: Em bi dil û can bi we re ne
1 mijdar, 2021   07:56
MINBIC - EHMED QERACE

Bertekên li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibin.

Jinên Tirkmen, Ereb û Kurd ên bajarê Minbicê nerazîbûn nîşanî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da û got, ew bi dil û can bi berxwedana şêniyên Kobanê re ne.

Xada Hemîd a ji pêkhateya Ereb bomebebarana dewleta Tirk a dagirker a li dijî sivîlan li Kobanê şeremzar kir û got: "Dewleta Tirk a dagirker her tim sivîl, di nav de zarokan dike hedef. Em dizanin ku armanca dewleta Tirk ew e  ku bi rêya terorê herêmên me dagir bike."

Xada Hemîd bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku destwerdanê bikin da ku sûcên dewleta Tirk a dagirekr ên li dijî sivîlên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û armancên wê yên dagirkirinê rawestin.

Yasmîn Goco ya ji pêkhateyê Tirkmen da zanîn ku dewleta Tirk bi van êrişên dixwaze ewlehî û îstiqrara herêmê têk bibe.

Yasmîn Goco nerazîbûn nîşanî bêdengiya civata navneteweyî ya li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîlan da û bi van gotinan piştgiriya xwe bi şêniyên Kobanê re anî ziman: "Em bi dil û can bi we re ne. Em bang li tevahî rêxistinên navneteweyî yên têkildarî parastina mafên mirovan dikin ku sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên ewle bi dawî bikin. Ji ber ku armanca dewleta Tirk ji van êrişan têkbirina ewlehiya herêmên ku pêkhateyên wê bi hev re bi ewle dijîn."

Ji pêkhateyê Kurd Necwa Îbrahîm got: "Em li dijî êrişên li ser sivîlan in. Çima Rûsya ya garantor çavê xwe li van sûcan girtiye."

Necwa Îbrahîm bi domdarî got: "Dagirkeriya Tirk êrişî herêmên me dike û balafirên wê li pêşiya garantorê Rûsya digere û êrişan li dijî Til Temir û Eyn Îsa pêk tînin, çima Rûsya tevnagere da ku dewleta Tirk rawestîne? divê Rûsya ji herêmên wan vekişe yan jî rê li ber dewleta Tirk bigire."

(dm)

ANHA