Li başûrê Marebê di topbaran hûsiyan de kuştî û birîndar hene

Di encama topbarana ji aliyê koma Ensarullah a hûsî ve ya li ser gundê El-Amûd yê Coba ya başûrê Marebê de gelek kuştî û birîndar hene.

Li başûrê Marebê di topbaran hûsiyan de kuştî û birîndar hene
1 mijdar, 2021   08:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta Yemenê ragihand ku di encama topbarana hûsiyan a li ser gundê El-Amûd ê Coba yê başûrê Marebê de ku bi moşekên palîstî pêk hatî li gorî daneyên pêşîn, 29 kuştî û birîndar hene di navde jin û zarok hene.

Wezîrê ragihandinê yê Yemeê Mûemer El-Iryanî li ser rûpela xwe ya Twitter diyar kir ku moşek li mizgeft û DarEl-Hedîs ên herêmê El-Amûd a tijî şênî û koçber ketin.

Roja pênşemê hûsiyan êrişî mala şêxê qebîleyekê kir ku alîgirê hikumetê ye ku itîrafa navneteweyî pê hatiye kirin û di encama wê de 13 kes hatin kuştin di nav de zarokek hebû.

(bx)