Xebatên peydakirina ava vexwarinê ji şêniyên Hesekê re didomin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebatên dabînkirina ava vexwarinê ji nêzî milyonek şêniyên Hesekê û navçeyên wê re berdewam dike. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker ava stasyona Elokê qut kiriye û wek çekekê li dijî şêniyan bi kar tîne.

Xebatên peydakirina ava vexwarinê ji şêniyên Hesekê re didomin
1 mijdar, 2021   07:38
HESEKÊ – BASIL REŞÎD

Dewleta Tirk û çeteyên wê di demên dawîn de rêjeya ava ku ji bajarê Hesekê û navçeyên wê re tê dayîn kêm kir. Beriya wê jî ava vexwarinê ji ser nêzî milyonek sivîlên li Hesekê û navçeyên wê, koçber û penaberên di kampên bajêr de qut dikir. Li rex wê bi zanabûn ava çemên ku di Sûriyê re derbas dibin mîna Firat, Dîcle û Xabûrê di bendavên xwe de girt.

Dewleta Tirk ji destpêka dagirkirina bajarê Serêkaniyê di Cotmeha 2019`an ve zêdetirî 18 caran stasyona Elokê rawestandiye. Herî dawî jî di Tebaxa borî de bû û heta niha jî qutkirina avê didomîne.

Di vê çarçoveyê de Hevseroka Gerînendetiya Avê ya Kantona Hesekê Selwa El-Salih wiha got: "Rêjeya ava ji stasyona Elokê tê bajarê Hesekê kêm e. Zexta wê têrê nake ku av bighêje hemû taxên bajêr. Gerînendetiyê bi koordînasyona meclis û komînên navçeyan dixebitin da ku avê bi rêya sahrîcan li şêniyan belav bikin û bi vê yekê hewl didin pirsgirêka dayîna avê, çareser bikin."

Her wiha Selwa El-Salih teqez kir ku ji bo herêmê stasyona Elokê çavkaniya sereke ya avê ye û bang li aliyên pêwendîdar kir ku destwerdanê bikin û derfetê nedin dewleta Tirk ku avê weke çekekê li dijî niştecihên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikar bîne.

Ji bo çareserkirina pirsgirêka kêmbûna avê li Hesekê û navçeyên wê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû hêza xwe dixebite, di wê çarçoveyê de avê ji çemê Firatê dikişîne.

Têkildarî mijarê Selwa El-Salih destnîşan kir ku proje di pêngava tecrubeyê de ye û xebat têne kirin da ku proje bikeve pratîkê.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di destpêka 2021`an de dest bi projeya kişandina ava çemê Firatê ber bi bajarê Hesekê ve kiribû. Ew jî weke çareseriyeke lezgîn ji bo dabînkirina avê ji herêmê re bû. Lêçûna projeyê 1,5 milyon dolar bû. Proje ji aliyê Komîteya Şaredarî û Gerînendetiya Avê ya Kantona Hesekê ve dihat şopandin.

Her wiha Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya herêma Cizîrê bi beşdarbûna Zanîngeha Rojava û Navenda Firat a Lêkolînan di 27’ê Îlona borî de Komxebata Navneteweyî ya Avê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar xistibû. Komxebatê bal kişand ser rewşa avê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, kêmbûna çavkaniyên avê û bikaranîna wê ji aliyê dewletên ku jêderên wê kontrol dikin ve weke mijareke siyasî.

Zêdetirî 300 delege û kesayetên ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 100 rêxistin û komeleyên mirovî yên navneteweyî û herêmî beşdarî komxebatê bûn. Di komxebatê de gelek encam û biryar hatin girtin û ji 20 bendan pêk dihat. Ji wan bendên girîng ew bû ku divê zext li dewleta Tirk bê kirin ku dev ji siyaseta bikaranîna avê wek çekekê li dijî Sûriyê û Iraqê berde, çareseriyên guncaw werin dîtin û komîteya şopandina biryaran were avakirin.

Derbarê xebat û planên komîteyê de ji bo çarçoveya dabînkirina avê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê re berpirsê Têkiliyên Giştî yê Navenda Firat a Lêkolînan û endamê komîteyê Welîd Çolî diyar kir ku xebatên wan bi rêxistinên navneteweyî û aliyên pêwendîdar re didomin da ku balê wan bikişînin ser encamên komxebata yên derbarê rewşa avê li herêmê de, astengiyên ku rastî şêniyan tên û çareseriyan ji bo pirsgirêka avê bibînin.

Welîd Çolî piştrast kir ku hin rêxistin bi awayekî pratîkî ketin tevgerê, ji wan rêxistina Holandayê ku beşdarî komxebatê bûbû. Wê rêxistinê peyamek da serokatiya Holanda û komîteya qanûnî ya siyasî ya parlementoya Holandayê, da ku zextê li dewleta Tirk bike ku li gorî qanûn û peymanên di navbera Sûriyê, Tirkiyê û Iraqê de tev bigere û pabendî peymana li ser ava çemên Dicle û Firatê îmze kirine be û ji stasyona Elokê vekişe.

(bx)

ANHA