Sîham Dawûd: Divê PDK bersivê bide daxwaza malbatên li Sêmalkayê

Sekretera giştî yê Partiya Sûriya Pêşerojê Sîham Dawûd ji PDK'ê xwest ku bersivê bide daxwaza malbatên ku ji bo wergritina cenazeyên zarokên xwe li Sêmalkayê çalakiyê li dar dixin û got “Divê PDK bi zanebûn an jî nezanî alîkariyê nede dewleta Tirk ku dijminê hemû gelan e, bi taybetî jî gelê Kurd."

Sîham Dawûd: Divê PDK bersivê bide daxwaza malbatên li Sêmalkayê
1 mijdar, 2021   05:20
QAMIŞLO

Çalakiya konvedanê ya malbatên şehîdan li dergeha Sêmalka ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayan dewam dike. Rayedarên PDK'ê birsivê nadin daxwaza malbatên şehîdan û ev yek jî dibe sedema berteka gelê Kurd. Sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Sîham Dawûd ji PDK'ê xwest ku bersiva daxwaza malbatan bide.

Hêzên PDK'ê yên tev li êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gerîla li Başûrê Kurdistanê bûn. li gorî daxuyaniya HPG, di şeva 28-29'ê Tebaxa borî de li herêma Xelîfanê hêzên PDK`ê kemîn danî û di encamê de 5 gerîla şehîd bûn. Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê jî di 5'ê Cotmehê de li Sêmalkayê ji bo cenazeyên gerîlayên ji Rojava şehîd Tolhildan Raman û şehîd Serdem Cûdi radestî malbatên wan bikin, çalakiyek da destpêkirin.

Sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Sîham Dawûd bi bîr xist ku malbatên gerîlayên li Xelîfanê şehîd bûne ev 27 roj e li Sêmalkayê ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe çalakiyê li dar dixin û got: "Malbat dixwazin cenazeyên zarokên xwe yên ku  li Xelîfanê şehîd bûne, ji PDK'ê wergirin û defin bikin. Wek Partiya Sûriya Pêşerojê em bang li PDK'ê dikin ku rola xwe di têkoşîna gelê Kurd de pêk bîne û bersivê bide daxwazên malbatên şehîdan."  

Sîham Dawûd wiha axivî: “Divê PDK bi lîstikên dagirkeran nexape. Divê PDK bi zanebûn an jî nezanî alîkariyê nede dewleta Tirk ku dijminê hemû gelan e, bi taybetî jî gelê Kurd. Dewleta Tirk bi serkêşiya AKP'ê hewl dide li Rojhilata Navîn Ereb, Kurd, Asûrî, Çerkez û hemû gelan qir bike. Dema em li dîroka Osmaniyan dinêrin, dibînin ku bi salan e li dijî gelan qirkirin tê kirin û tê xwestin ev polîtîka li Rojhilata Navîn dewam bike."

'HÊZA ÇARESERIYÊ DIKARE BÊ AFIRANDIN'

Sîham Dawûd diyar kir ku divê PDK ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bixebite û got: "Di demekê de ku derfetên çareseriya pirsgirêka Kurd hene, divê hêzên Kurd berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi cih bînin.  Heke ev hêz li hev bicivin û mekanîzmayeke hevpar a biryardayînê ava bikin, dikarin ji bo azadiya gelê Kurd û gelên herêmê bibin xwedî têkoşîneke mezin û hêzeke mezin a çareseriyê biafirînin."

'DIVÊ HER KES BIXEBITE'

Sîham Dawûd wiha li axaftina xwe zêde kir: "Weke Partiya Sûriya Pêşerojê em pirsgirêka Kurd wek pirsgirêka sereke ya Rojhilata Navîn dibînin û dibêjin pirsgirêkên li Rojhilata Navîn dê bi çareseriya pirsgirêka Kurd çareser bibin. Lewma divê hemû hêzên edalet, wekhevî, aştî û aramiyê dixwazin, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê bixebitin."

Her wiha Sîham Dawûd got: "Em wek partî hêvî dikin ku Başûrê Kurdistanê di çareseriya pirsgirêka Kurd de bi roleke erênî rabe. Di dawiyê de em bang li birêz Barzanî û hikumeta Başûr dikin ku daxwazên malbatên şehîdan bi cih bînin û ji bo ku cenazeyên şehîdan li ser xaka Rojava werin veşartin, wan radest bikin."

ANHA