​​​​​​​Ehmed Şêxo: Maska dewleta Tirk ketiye û şerekî giran li dijî Kurd û cîhanê dike

Ehmed Şêxo destnîşan kir ku dewleta Tirk weke hêzeke çalak di NATO`yê de tola DAIŞ`ê radike û şerekî derveyî qanûn û nirx li dijî Kurd û gelên herêmê dike. Şêxo diyar kir ku maska dewleta Tirk ketiye û pîvanên mirovahiyê di xeteriyeke mezin de ne.

​​​​​​​Ehmed Şêxo: Maska dewleta Tirk ketiye û şerekî giran li dijî Kurd û cîhanê dike
1 mijdar, 2021   00:38
NAVENDA NÛÇEYAN – ZANA SEYDÎ

Têkildarî 1'ê Mijdarê Roja Piştgiriya Berxwedana Kobanê ya Cîhanê endamê Desteya Rêveber a PYD`ê ji ANHA'yê re axivî.

Ehmed Şêxo diyar kir ku li hemberî xeteriya dewleta Tirk pêwîstiya pêvajoya heyî bi yekitiyeke cîhanê heye û diyar kir ku divê ev yekitî mîna ya sala 2014`an be dema ku azadîxwazan berê xwe dan Kobanê û li dijî çeteyên DAIŞ`ê li ber xwe da.

Hevpeyvîn wiha ye:

Çawa berxwedana Kobanê bala cîhanê kişand, roleke sereke û girîng di livandina hestên azadîxwazan li cîhanê lîst ku ji zêdetirî 90 dewletan daketin qadan û piştgirî dan berxwedana Kobanê?

Çeteyên DAIŞ'ê bi lez belav bûn û bêyî berxwedanî qadên berfireh kontrol kir. Ev lez cîhan matmayî hişt. Belavbûna DAIŞ'ê herêm li beramberî çarenûseke nezelal rû bi rû hişt. Xeteriya DAIŞ'ê bêyî cûdabûn gef li tevahî welatên cîhanê xwar.

Ji vir, dema ku kurdan çek rakir û li Kobanê li hember DAIŞ`ê sekinîn civaka navneteweyî matmayî kir. Ew xaleke girîng bû. Berovajî herêmên din ku yek li pey yekê diketin. Vê berxwedaniyê gelên cîhanê û Koalisyona Navneteweyî neçar kir ku piştgiriya xwe bi Kobanê re ragihîne.

Herêm bi xeteriyeke mezintir an ku xeteriya dewleta Tirk re rû bi rû ye. Gelo piştî berxwedana hate kirin ev gav ji aliyê civaka navneteweyî ve têrê dike da ku xeteriyên li dijî Kurd û gelên herêmê di çarçoveya sûcên ku kesên destekê didin DAIŞ`ê li Serêkaniyê, Efrînê û Girê Spî pêk tînin, rawestîne?

Şaş e dema mirov texmîn bike ku çeteyên DAIŞ`ê komeke banga Îslamê dikin. Ji demên berê ve û heta roja îro projeyeke tirkî ne û alaveke ku texmîn dikir dê karibe xewna wê di pêkanîna vejandina împratoriya Osmanî de pêk bîne. Her wiha hin dewletên din jî ku bi awayekî veşartî destekê didin DAIŞ`ê da ku planên wan pêk bîne, hene.

Em bînin bîra xwe; operasyonên ku şaneyên DAIŞ`ê li gelek dewletên cîhanê nexasim li Ewropayê pêk anîn, gelo kî derfet dida ku oprasyon werin kirin. Dema mirov behsa DAIŞ`ê dike em behsa dewleta Tirk dikin. Ew terorê li her deverê pêk tînin û şerekî giran pêk tînin. Lê mixabin civaka navneteweyî tawanên xwe tenê li dijî DAIŞ`ê dike.

Beriya her tiştî pîvanên mirovahiyê di xeteriyeke mezin de ne. Êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê qet nehatine rawestandin. Di sala 2014`an de pêngavek ji pêngavên şer e ku dewleta Tirk li dijî Kurd û herêmê pêk dianî. Di rastiyê de danasîna DAIŞ`ê ji destpêkê ve weke komeke di nava şerê li Sûriyê de bû, ev têrê nakê. Divê cîhanê dewleta Tirk bi awayekî mezintir nas bike.

Kobanê ku sembola berxwdana li dijî DAIŞ`ê ye planên dewleta Tirk têk bir rastî gef û êrişên  dewleta Tirk û komên çete ji bermahiyên DAIŞ`ê û El-Nusra tê, gelo hûn texmîn dikin ku dewleta Tirk dixwaze tolê rake û çi ji azadîxwazan li cîhanê û civaka navneteweyî tê xwestin ku li hember vê xeteriyê bikin?

Rola berxwedana Kobanê di têkbirina panên dewleta Tirk de mezin bû. Dewleta Tirk bi hêzên naveteweyî re weke DYA û Rûsya kete nava bazaran de da ku proje û şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi bin bixe.

Bi dagirkirina dewleta Tirk li herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî re gelê herêmê êşên din dijîn. Ew gelê ku DAIŞ`ê tune kir û cîhan parast. Şerê li dijî DAIŞ`ê li Kobanê pêngavek di çarçoveya şerê terora cîhanî de bû. Em jî îro di şexsê dewleta Tirk de rastî xeteriyeke mezintir tên. Maska wê ku ji beriya çend salan ve li xwe dikir, ket.

Ji xwe re texmîn bikin ku hêzeke çalak di NATO`yê de îro tola DAIŞ`ê radike û şerê me dike. Belê dewleta Tirk nûnertiya NATO`yê dike û dema em vê yekê dibêjin wê demê em bi xeteriyeke cîhanî mezin re rû bi rû ne.

Gelo cesareta dewleta Tirk heye ku êriş vir û wir bike. Helbet na. Diyare ku koordîneyek di vê derbarê de bi hêzên navneteweyî û herêmê re heye. Planên kûrtirî hene û DAIŞ`ê alava wê ya destpêkê bû.

Di vê rewşê de çi ji civaka navneteweyî tê xwestin?

Şerê ku dewleta Tirk dike bûye şerekî hovane bêyî sînor. Ew bi zanebûn sivîlan bi awayekî mezin dike hedef. Nexweşxane û navendên giştî topbaran dike. Li vir pirsek heye ku gelo sûcên wan tenê li dijî gelê Kurd e. Ez jî dibêjim na. Hemû gelê cîhanê têne hedefgirtin. Leşkerên Tirk li Lîbya û dewletên din çi dike? Xetertirîn serçeteyên El-Qaîde û DAIŞ`ê di êrişên hewayî yên Koalisyona Navneteweyî de li herêmên ku dewleta Tirk dagir kiriye, hatin kuştin. Ev yek jî tê wateya ku xeterî heye divê were naskirin.

Ji ber wê jî divê civata navneteweyî, saziyên hiqûqî û kesên ku banga azadî û aştiyê dikin gavên bi bandortir bavêjin û asta destekdayîna ji vê rêveberiyê re ku li hember xeteriya cîhanî diskine, bilind bikin. Ji ber rewşên di pêvajoya heyî de ji sala 2014`an de xetertir e. Destekdayîna navneteweyî ji berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dê vê gefa li ser herêmê û cîhanê, bidawî bike.

Berxwedana Kobanê rihê kurdistanî vejand. Kurdistanî daketin qadan û li dijî DAIŞ`ê û alîgirên wê serî rakirin. Bi dehan ciwan ji Rojhilat, Başûr û Bakur tev li vê berxwedanê bû. Çawa ev rih dê jinûve were vejandin û li derdora berxwedana gerîla li çiyayên Kurdistanê li dijî êrişên dewleta Tirk kom bibin?

Di rastiyê de Kobanê veguherî navenda parastina mirovahiyê. Azadîxwazên ji hemû parçeyên cîhanê tev li şerekî çarenûsî bûn. Wijdanê wan qebûl nekir ku mirovahî li pêşiya çavên wan were tunekirin. Di serî de hêzên gerîla li Kobanê bûn û pêşveçûna DAIŞ`ê rawestand. Paşê ji hemû parçeyên Kurdistanê ciwan hatin, rola hêzên pêşmerge jî hebû. Em ciwanên enternasyonalîst jî ku bi awayekî xurt tev li vî şerî bûn, ji bîr nakin.

Êş û serkeftina dîrokî parve kirin. Parêzvanên mirovahiyê wê demê li Kobanê kom bûn. Tu armanca hêzên gerîla ji bilî ku mirovahiyê û cîhanê ji xeteriya DAIŞ`ê biparêze, tune bû.

Îro ew kesên ku mirovahî parast, li çiyayên Kurdistanê li dijî dewleta Tirk şerekî mezin dimeşînin. Dewleta Tirk piştî ku di pêşveçûnê de bi bin ket, di êrişên xwe de çekên kîmyewî bikar tîne bêyî ku guh bide qanûn û nirxên mirovahiyê. Dewleta Tirk çiyayên Kurdistanê bi awayekî hovane topbaran dike tevî ku derbasî xaka Iraqê bûye û ev jî bi serê xwe binpêkirineke ji qanûna navneteweyî re.

Em bang li hemû hiqûqnas, azadîxwaz û gelên cîhanê dikin ku bêdeng nemînin. Ji ber ku dewleta Tirk dê li vî sînorî ne sekine. Eşkere gefan li Ewropayê û hejmareke ji dewletên Rojhilata Navîn dixwe. Îro xeterî li ser dewletên ereban, dewletên Balkan û hemû dewletên cîhanê heye. Ji ber wê jî tecrûbeya ku me li Kobanê dît divê ji bo gerîla li çiyayên Kurdistanê jî dûbare bibe. Beriya wê jî divê em li dijî dewleta Tirk a dagirker bighêjin rihê kurdistanî hevbeş.

(bx)

ANHA