‛ Li Îmraliyê sûcekî mezin tê kirin û divê gelên cîhan serî hildin’

Hena Somî da zanîn ku li Îmraliyê sûcekî mezin li dijî rêber Abdullah Ocalan heye û bang li gelên cîhanê kir bi xurtî ku tev li pêngava "Dema dema azadiyê ye" bibin.

‛ Li Îmraliyê sûcekî mezin tê kirin û divê gelên cîhan serî hildin’
1 mijdar, 2021   01:46
QAMIŞLO-EHMED SEMÎR

Pêngava "Dem dema azadiyê ye" ya ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kete sala xwe ya duyemîn. Li Kurdistanê û tevahî cîhanê piştgiriyeke mezin ji pêngavê re hate nîşandan.

Dewleta Tirk ji 3 salan ve tecrîdeke giran li dijî rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye û nahêle parêzer û malbata wî serdanê bikin û vê dawiyê jî meşa li qada girtîgehê qedexe kir.

Li ser vê yekê berpirsê Komeleya Çandê ya Suryan-şaxê Qamişlo Hena Somî diyar kir ku bi dehan siyasetmedar, têkoşer û parlamenter, oldar û rahib di girtîgehên dewleta Tirk de hene.

Hena Somî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li dijî girtiyan, bi taybet li dijî rêber Abdullah Ocalan ku rêberê tevahî gelên Kurdistanê ye îşkenceyên herî tund dimeşîne û wiha got: "Dewleta Tirk bi rêya tecrîda girankirî şerekî derûnî li dijî rêber Ocalan dimeşîne."

Li gorî agahiyên di vê dawiyê de ji girtîgeha Îmraliyê bi dest ketine, dewleta Tirk nahêle ku rêber Ocalan li qada girtîgehê bimeşe. Somî got: "Dewleta Tirk li Îmraliyê sûcekî mezin dimeşîne û sûcên wê li gorî rêgez û nirxên NY’yê binpêkirin in. Ji ber ku di tevahî mîsaq û peymanên navneteweyî de divê girtî bi taybet siyasetmedar malbat û parêzerên xwe bibînin."

Hena Somî destnîşan kir ku dewleta Tirk yekane dewlet li cîhanê ye ku mafên mirovan, rêgezên NY’yê û urfên mirovahiyê qebûl nake û li gel wê jî navê dewleta edaleta civakî û olî li xwe dike. Somî ev li gotina xwe zêde kir: "Rêber Ocalan sûcek nekiriye, tenê xwest mafên çandê yên van gelan hebin."

Somî diyar kir ku kiryarên hikumeta DAIŞ'î ya Tirkiyê li dijî rêber Ocalan dikevin xana sûcên şer ên li dijî gelê Kurd ku ji salên bîstî yên sedsala borî ve têne kirin, mîna têkbirina şoreşan, koçberkirina kurdan û polîtîkayên tirkkirina herêmê. Somî destnîşan kir armanc ji sûcên li dijî rêber Abdullah Ocalan kûrkirina bîra gelê Kurd û doza wê ye.

Hena Somî eşkere kir ku armanca sereke ji girankirina tecrîdê ew e ku perspektîfên rêber Ocalan negihînin gelên herêmê û wiha pê de çû: "Dewleta Tirk tecrîdê giran dike û nahêle parêzer û malbat hevdîtinê pê re bikin. Ji ber ku di her hevdîtinekê de peyameke nû derdikeve, tevger û çalakiyên mezin li ser asta cîhanê li dar dikevin. Ji ber doza Kurd bi nêrîna rêber Ocalan bêyî netewe û gelên dîtir ên ku baweriyê bi pirrengiyê dikin, ne pêkan e."

Berpirsê Komeleya Çandê ya Suryan Hena Somî got, divê gelên herêmê serî hildin, qonsolxane û balyozxaneyên dewleta Tirk ên li cîhanê muhasebe bikin û li pêş balyozxaneyên wê xwepêşandanan li dar bixin." Her wiha Somî Erdogan û partiya wî bi "partiya geşkirina terora DAIŞ’ê" wesif kir.

Somî anî ziman ku divê tevahî beşên civakê, rewşenbîr, wêjevan, siyasetmedar û oldaran serî hildin û terora dewleta Tirk a li dijî rêber Ocalan şermezar bikin, her wiha divê tevahî dezgehên çapemeniyê çalakiyên ji bo wê yekê li dar dikevein bişopînin û kedên zêde bidin.

Hena Somî da zanîn ku ji bo pêngav bi ser keve divê li tevahî cîhanê komxebat û panel li dar kevin, kon li tax û kolanan werin vegirtin, bernameyek bi mehekê were danîne ku banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan bikin û got: " Ji ber ku rêber Ocalan sembola neteweya demokratîk û rêberê gelan e."

Hena Som wiha dawî li gotina xwe anî: "Divê tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî têgeha neteweya demokratîk yekitiya xwe ava kir ku alternatîfa ew fikirê îslamî yê tundraw e ku Sûriyê û tevahî Rojhilata Navîn wêran kiriye. "

(fr)

ANHA