'Bi xweparastinê re civak dikare pêşerojeke ewle ava bike'

Fikirê parastina cewherî her ku diçe pêş dikeve, bi xweparastinê re gel dikare mafê xwe yê diyarkirina paşeroja xwe ya aborî, siyasî û leşkerî misoger dike.

'Bi xweparastinê re civak dikare pêşerojeke ewle ava bike'
19 cotmeh, 2021   08:58
 HESEKÊ-BOTAN HISÊN

Her çendî xweparastin zehmet e û pêdiviya wê bi hevgirtina civakê, jêderên aborî heye ku şertûmercên ewle yên jiyanî peyda bike, lê dîsa jî ji aliyê lêçûn û ewlehiyê ve ji parastina herêmî yan jî navneteweyî guncewtir e. Pêdiviya parastina herêmî yan jî navneteweyî bi rêzesiyasetan û imtiyazên aborî heye ku bi demê re dibin sedema tunekirina civakan.

Rêber Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe de dibêje: “Xwarin, parastin û zêdebûn ji qanûnên xwezayê ne, xweparastin mafekî pîroz ê hemû zindiyan e.”

Li gorî endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ednan Kalo, li gel bûyerên li civakan pêk tên di sêrî de civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hewldanên mudaxelekirina di kar û barên gelên wê de tunekirina wan û çanda wan, mîna li Başûrê Kurdistanê pêk tê û, xweparastin, tê wateya parastina hebûna mirovî, çanda û dîroka wê ye û berdewama jiyanê misoger dike.

/kr/uploads/files/2021/10/19/090453_1.webp

Kalo destnîşan kir ku şerên li dijî civakan tên meşandin, şerên nijadî û etnîkî ne ku ji aliyê pergalên kapîtalîst ve tên kirin. Ev peral yekser dagirkirina civakan, qirkirina hebûna wan û çewisandina çanda wan bi taybet dike hedef, da ku çanda kapîlaîst û pergala xwe li wan civakan bi zorê ferz bike.

Bûyerên li Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî dagirkirina wê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyê "Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê" ve di salên navbera 2018 û 2019`an de gotinên Kalo piştrast dikin.

Dagirkeriya Tirk piştî dagirkirinê yekser dest bi wêrankirina şûnwaran û perestgehan kir. Piştre demografiya herêmên dagirkirî guhertin, zimanê tirkî di dibistanan û saziyan de ferz kir û bi hezaran şêniyên resen da koçberkirin.

Kalo di berdewama nirxandina xwe de got: “Ji van şeran amûrên êrişker û parastin (kirin û bertek) li cem her du aliyan derdikevin. Ya yekê şerê taybet e ku hemû amûran bi kar tîne da ku tirsê û ajanên xwe di civakan de belav bike. Ya din parastin e, gelên parêzvan xweparastin ji xwe re kir bingeh da ku xwe, hebûn, çand û ewlehiya xwe biparêzin.”

Ednan Kalo diyar kir ku xweparastin xwe dispêre çanda civakan û wiha domand: “Dîrok, çand û zimanê her civakekê rêbazên sereke yên parastina civakê ye ku wê ji tunekirin û çewisandinê diparêze.”

Kalo daxuyand ku dema çanda civakekê tê tunekirin mîna bedenê bê giyan dimîne ji ber wê dagirker hebûna xwe di tunekirina çanda civakan û nasnameya wê de dibîne.

Kalo wiha pê de çû: “Di dîrokê de jin endama pêşîn a civakê ye ku çanda wê diparêze û berpirsa mezinkirina zarokan e û wan fêrî nirxên civakê dike, lew ra amûrên şerê taybet ji bo bilezkirina qirkirin û çewisandina çanda civakan, jinan dikin hedef. Ji ber ku çanda civakan di sêrî de bi jinan ve girêdayî ye.”

Ednan Kalo wiha domand: “Di her malbatekê de împeratoriyeke mêran hatiye avakirin, da ku pergalên kapîtalîst karibin siyasetên xwe li ser civakê bimeşînin û azadiya jinan asteng bikin.”

Kalo got, pergalên kapîtalîst bi rêya şerê taybet hemû pîvan û nirxên civakan dikin hedef mîna olan, navaroka wê ya rastîn vala derdixin û bi rêya wê civakê li gorî berjewendiyên xwe diguherînin.

Li gorî Ednan Kalo, derketina DAIŞ`ê, bikaranîna ola islamê wek slogan da ku Rojhilata Navîn dagir bike, rê li pêşiya mudaxeleyên derve di kar û barên herêmê de vekir ku wê jî li gorî berjewendiyên xwe nexşeya herêmê guhert.

Di dirêjahiya dîrokê de li dijî Kurdistanê şerên bi zanabûn hatin kirin, armanc jî çewisandina çanda wê û qirkirina gelê wê ye çi bi rêya amûrên leşkerî yan jî îdeolojî yan jî aborî yan jî siyasî yan jî çandî. Wek bertek li ser vê yekê rêber Abdullah Ocalan derket.

Fikirê rêber Abdullah Ocalan rê li pêşiya şoreşê û avakirina projeya neteweya demokratîk li Rojava vekir. Gelê herêmê xwebirêvebirin li gorî rêgeza biratiya gelan û jiyana hevbeş ji xwe re kir bingeh. Kalo diyar kir ku ev hemû bi saya rêgeza xweparastinê pêk hat ku rêber Abdullah Ocalan li ser wê piştrast dike.

Ednan Kalo got, xweparastin rê li pêşiya xiyaneta hinek beşên civakê digire û wiha domand: "Di dîrokê de someran şerê Kurdistanê kir û tê de Enkîdo xiyanet li civaka Kurdistanê û jina Înana kir. Niha jî heman tişt li Kurdistanê pêk tê, gelek partiyên siyasî alîkariya dijminên Kurdan dikin.

Endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Ednan Kalo anî ziman ku şehîdxistina Mam Zekî, Zeradeşt Şengalî li Şengalê û Serhad Şukrî li Başûrê bi alîkariya hinek partiyên Başûrê Kurdistanê pêk hatin.

(şx)

ANHA