Rûsyayê careke din herêmên “bê çek” bombebaran kirin

Balafirên şer ên Rûsyayê 3 caran derdora nuqteyeke artêşa Tirk ên li çiyayê Zawiye yê gundewarê başûrê Idlibê kirin hedef. Li aliyekî din di encama topbarana ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ve ya li ser herêmên gundewarê başûrê Idlib û gundewarê rojavayê Helebê de çeteyek hat kuştin û 4 din jî birîndar bûn.

Rûsyayê careke din herêmên “bê çek” bombebaran kirin
19 cotmeh, 2021   09:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), balafirên şer ên Rûsyayê vê sibê herî kêm bi 3 êrişan herêmên "Bê çek" kirin hedef. Balafiran derdora nuqteyeke leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker a li çiyayê Zawiye yê gundewarê başûrê Idlibê bombebaran kirin.

Girêdayî heman mijarê hêzên hikumeta Şamê deverên li Serce û Qaqafîn ên gundewarê başûrê Idlibê, Kefer Tial ê gundewarê rojavayê Helebê topbaran kirin. Di encamê de li Qaqafînê çeteyek hat kuştin û 4 din jî birîndar bûn.

SOHR`ê destnîşan kir ku di 12`ê Cotmehê de balafirên şer ên Rûsyayê 4 êriş li dijî girên El-Xidir ên li gundewarê bakurê Laziqiye bombebaran kir.

(şx)