Leşkerên Tirk li ser sînor îşkence li 3 ciwanan kirin

Duh li ser sînorên Bakurê Kurdistanê li derdora bajarê Kobanê leşkerên Tirk  îşkence li 3 ciwanên ku xwestin sînor derbas bikin, kirin.

Leşkerên Tirk li ser sînor îşkence li 3 ciwanan kirin
Leşkerên Tirk li ser sînor îşkence li 3 ciwanan kirin
Leşkerên Tirk li ser sînor îşkence li 3 ciwanan kirin
Leşkerên Tirk li ser sînor îşkence li 3 ciwanan kirin
19 cotmeh, 2021   09:03
KOBANÊ

3 ciwanên ji pêkhateya Ereb; Xalid Setim Casim ê ji Sirînê, Mistefa Ehmed El-Elî yê ji Minbicê û Ehmed Cuma Casim ê ji Sirînê duh hewl dan sînor derbas bikin.

Lê leşkerên Tirk ew girtin, li wan xistin û ji ser dîwarê ji erdê 3 metreyî bilind avêtin erdê.

Ajansa me wêneyên îşkenceya li ser her sê ciwanan bi dest xistin.

Hêjeyî bi bîr xistinê ye ku di çend salên dawîn de sûcên leşkerên Tirk ên li dijî sivîlan zêde bûne beyî ku rêxistinên hiqûqî helwestekê nîşan bidin.

(şx)

ANHA