Balafirên Rûsya car din bajarê Marê bombebaran kir

Balafirên şer ên Rûsyayê duh di saetên derengiya şeve de li dijî bajarê Marê yê girêdayî herêma Ezazê ya gundewarê bakurê Helebê, êrişeke moşekan pêk anî.

Balafirên Rûsya car din bajarê Marê bombebaran kir
12 cotmeh, 2021   06:16
ŞEHBA

Li gorî çavkaniyên ji herêmên dagirkirî, duh di saetên derengiya şeve de balafirên şer ên Rûsyayê derdorê bajarê Marê yê dagikirî êrişeke moşekan pêk aniye û zirar gihaye cihê hatî hedefgirtin.

Di kêm hefteyekê de, balafirên Rûsyayê 5 caran li bajarê Marê yê dagirkirî êriş pêk anîbû, ya yekemîn li dijî nuqteyeke çeteyên dewleta Tirk li herêmê bû.

Di rojên dawîn de li asîmanê herêmên dagirkirî û gundewarê bakurê Helebê tevgerke zêde ya balafirên Rûsyayê heye, piştî ku li dijî nuqteyên çeteyan ên li gundên Şêrawa ya Efrînê gelek êrişên hewayî pêk anîn.

(cx)

ANHA