Muhsin Ewedellah: Dewleta Tirk dixwaze nasnameya sûrî û kurdî tune bike

Nivîskar û lêkolînerê misirî Muhsin Ewedellah got, armanca dewleta Tirk ji êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew e ku mîna Lîwa Îskenderon herêmên nû tev li xwe bike û nasnameya sûrî û kurdî li herêmê tune bike.

Muhsin Ewedellah: Dewleta Tirk dixwaze nasnameya sûrî û kurdî tune bike
12 cotmeh, 2021   04:21
NAVENDA NÛÇEYAN – MEDYA HENAN

Dewleta Tirk bi rêya hêzên xwe yên leşkerî bi awayekî yekser destwerdana aloziya Sûriyê kir. Di 24`ê Tebaxa 2016`an bi rêya şanoyekê di navbera wê û çeteyên DAIŞ`ê de bajarê Cerablusê paşê Bab, Ezaz dagirkirin, di sala 2018`an de kantona Efrînê û di sala 2019'an Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin. Nivîskar û lêkolînerê misirî Muhsin Ewedellah got, armanca sereke ya dewleta Tirk ku herêmên din ên Sûriyê dagir bike.

Muhsin Ewedellah ji ANHA`yê re wiha axivî: "Plana dewleta Tirk li Sûriyê ne nû ye. Ji destpêka şoreşa Sûriyê ve dewleta Tirk sînorê xwe li pêşiya çete û komên radîkal vekir. Bi vê yekê şoreşa Sûriyê ku ji gelê wê re hêviya azadî, demokrasî, edalet û wekheviyê bû hate dizîn. Bi vê destwerdanê re şoreşa sivîl veguherî şoreşeke bi cilên osmanî. Ji şoreşeke cîhadî veguherî şerekî navxweyî. Çete di êrişên li dijî şoreşgeran de hatin bikaranîn û hêzên şoreşger bi temamî ji hev hatin parçekirin."

‘PLANA SEREKE YA DEWLETA TIRK LI HEMBER XWESTEKÊN GELÊ SÛRIYÊ BISEKINE‘

Ewedellah destnîşan kir ku dewleta Tirk şoreşa Sûriyê ji xeta wî derxist, xewnên gelê Sûriyê û hêviyan wan ên di gihaştina jiyaneke azad û demokrasî de hilweşandin û wiha domand: "Piştî 10 salan, heger em şoreşê niha binirxînin, em veguherandin û bi destwerdanên dewleta Tirk re ku veguherî şerekî navxweyî û di encama wê de bi sed hezeran ji gelê Sûriyê şehîd bûne û bi sed hezeran jî koçber bûne, bibînin. Bi vê yekê mirov dikare bêje ku dewleta Tirk şoreşa Sûriyê bi temamî dizî. Xewn û xwestekên gelê Sûriyê  yên di gihaştina jiyaneke azad û demokratîk de, tune kir."

Ewedellah destnîşan kir ku armanca sereke ya dewleta Tirk ew e ku li hember xwestekên gelê Kurd bisekine, derfetê nede ku gelê Kurd tu destkeftiyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bînin û ev tişt anî ziman: "Mirov dikare bêje ku siyasetmedarên Tirk û sîstemên ku Tirkiyê li pey hatine êşa fobyaya kurdan dikişînin. Ji ber ku dibînin çi destkeftiyeke kurdan dê bandorê li rewşa hundirîn a Tirkiyê bike û îhtîlam e ku parçebûnê di hundirê Tirkiyê de çêbike. Siyasetmedarên Tirk jî ji vê yekê ditirsin."

Muhsin Ewedellah di axaftina xwe de behsa hin siyasetên dewleta Tirk ên li hember kurdan kir û wiha axivî: "Dema ku hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê ya ku têkiliyên wê bi dewleta Tirk re baş in, refrandomeke giştî ragihand, dewleta Tirk şerekî çapemeniyê bêserûber li dijî Hewlêrê pêk anî. Herêm bi giştî dorpêç kir da ku refrandomê têk bibe. Bi vê yekê fobiya kurdî ya ku siyaseta Tirkiyê çi li hundirê Tirkiyê, çi li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û çi li bakurê Iraqê be kontrol dike. Hemû plan û tevgerên dewleta Tirk li Sûriyê ji vê tirsê destpê dike û Kurd dê bimînin girêk û motorê sereke yê siyasetê Tirkiyê li Sûriyê."

Têkildarî helwesta Komkara Dewletên Ereban ji sûcên ku dewleta Tirk li dijî bajarên Sûriyê pêk tîne û destwerdana wê di karûbarên dewletên din ên ereban de, Muhsin Ewedellah ev tişt anî ziman: "Helwesta Komkara Dewletên Ereban helwesta diyar e, nexasim piştî ku dewleta Tirk çeteyên xwe şandin Lîbyayê. Lê di mijara hewlestên dewletên ereban de divê em zelal bin. Ji ber ku bandora wê di aloziya Sûriyê de mezin e. Ji ber vê yekê jî dewleta Tirk bi tu helwestên ereban bandor nabe. Me helwestên xurt ji Erebistana Siûdî dît dema ku kelûpelên Tirkiyê boykot kir. Ev helwest bandorê li dewleta Tirk û hilweşandina aboriya wê dike. Lê helwestên siyasî yên Komkara Ereban ne xwedî bandoreke mezin bû, ji ber lewazbûna giştî di ewlehiya niştîmanî ya giştî de. Bi vê yekê re dewleta Tirk dê bi tu helwestan bandor nebe û dê tu helwest ji aliyê dewletan ereban ve tune bin. Di çarçoveya nakokiyên helwestên ereban de hin dewlet destekê didin helwesta Tirkiyê û dewletên li dijî wî. Di nava wan de Tirk li herêmên ereban li ser hesabê ereban bi awayekî mezin, berfireh dibin."

Ewedellah diyar kir ku dewleta Tirk tişta ku dixwaze li Sûriyê bike dike, tu helwestên dewletên ereban tune ye û wiha pê de çû: "Nexşeya tevgerên dewleta Tirk li Sûriyê ji aliyê rûs û amerîka ve tê diyarkirin, dewleta Tirk dikare di têkiliyên xwe de bala dewletên ereban bikşîne ji ber ew dewleteke aborî ye, têkiliyên wê bi dewletên ereban re mezin in, ji ber dewletên ereban xwe dispêrin kelûpelên dewleta Tirk, dewletên ereban dê li hember dewleta Tirk nesekinin, nexasim dewletên ku hê jî di bin bandora fikreya îslama siyasî ku destekê ji dewleta Tirk digre, de ne.

 ‘ARMANC JI ÊRIŞAN DÛBAREKIRINA SENARYOYA LÎWA ÎSKENDERON E‘

Girêdayî berdewamkirina êrişên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ewedellah ev tişt got: "Tişta ku ez jê ditirsim ew e ku ji ber êrişên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê parçeyên din ji Sûriyê werin qutkirin û werin tirkkirin weke çawa ku niha li Bab, Cerablus, Idlib û Efrînê tê kirin û weke Lîwa Îskenderon tev li xaka Tirkiyê bikin."

Di dawiyê de Muhsin Ewedellah got, dewleta Tirk dixwaze nasnameya Sûrî û kurdî li herêmên ku dagir kiriye tune bike, guhertina demografî pêk tîne da ku di pêşerojê de wan herêman tev li xwe bike.

(bx)

ANHA