Şaredariyên Çilaxa û Girkê Legê ji bo pêkanîna projeyên xizmetê dixebitin

Şaredariyên navçeyên Çilaxa û Girkê Legê piştî bidawîbûna projeyên zirftkirina rêyan û sererastkirina kanalîzasyonê, ji bo demsala zivistanê di nava amadekariyan de ne.

Şaredariyên Çilaxa û Girkê Legê ji bo pêkanîna projeyên xizmetê dixebitin
Şaredariyên Çilaxa û Girkê Legê ji bo pêkanîna projeyên xizmetê dixebitin
Şaredariyên Çilaxa û Girkê Legê ji bo pêkanîna projeyên xizmetê dixebitin
Şaredariyên Çilaxa û Girkê Legê ji bo pêkanîna projeyên xizmetê dixebitin
Şaredariyên Çilaxa û Girkê Legê ji bo pêkanîna projeyên xizmetê dixebitin
Şaredariyên Çilaxa û Girkê Legê ji bo pêkanîna projeyên xizmetê dixebitin
Şaredariyên Çilaxa û Girkê Legê ji bo pêkanîna projeyên xizmetê dixebitin
Şaredariyên Çilaxa û Girkê Legê ji bo pêkanîna projeyên xizmetê dixebitin
12 cotmeh, 2021   07:05
QAMIŞLO

Şaredariyên gel ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebatên xizmetguzariyê didomînin. Şardedarî hewl dide ku beriya demsala zivistanê pirojeyên wekî vekirina rêyên nû û ziftkirina wan, ronîkirina kolanên sereke li bajar û navçeyan û sererastkirina kanalîzasyonê bi dawî bikin.

Şaredariya gel a navçeya Çilaxa ya kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê di demsala havînê de dest bi projeyên xwe kiriye da ku azarên gel di demsala zivistanê de kêm bike.

Piştî ku nivîsgeha teknîkî derbarê giliyên şêniyên navçeyê de lêkolîn kirin, hevserokê şaredariya gel a navçeya Çilaxa Feysal Hesen diyar kir ku ew li ser serarastkirina riyên ku xerab bûne, dixebitin. Miqdara zifta ku hatiye bikaranîn gihîştiye 500 metre kabik.

Hesen destnîşan kir ku şaredarî li ser ziftkirina rêya ketin û derketina navçeyê dixebite. Hesen wiha domand: "Me di nav plansazî û projeyên xwe de, hewl da ku rêyên di navbera gundana de dirêj bikin û sererast bikin."

Her wiha şaredarî bi koordînasyana bi nivîsgeha jîngehê hewl dide ku xendeqa bendava Çilaxa restore bike, da ku di zivistanê de xerab nebe.

Hevseroka şaredariyê Firyal Qesûm bal kişand ser rola jinan û beşdarbûna wan di xebata şaredariyê de û wiha domand:" Jin amade ne ku bi şev û roj bixebitin da ku xizmeta gel bikin û projeyan bi ser bixin."

' ŞAREDARIYA GEL A GIRKÊ LEGÊ GELEK PROJEYÊN XIZMETGUZARIYÊ PÊK TÎNE '

Şaredariya gel a navçeya Girkê Legê ber bi dawîbûna çend projeyên xizmetguzariyê ve diçe, wekî çêkirina gerac, serarastkirina kanalîzasyonê, kolandina bîreke avê û çêkirina rêyan.

Şaredarî dixebite ku li herêma rojavayê Girkê Legê geracekê bi rûbera 4 hezar û 950 metre çargoşe û bi lêçûna 9000 dolarê Amerîkî, ava bike, ji bo sivikirina aloziya li bazara navçeyê. Şaredariyê qonaxa yekemîn a projeya geracê bidawî kir, piştî wê dê dest bi ziftkirina geracê bike.

Şaredarî di heman demê de li ser kolandina bîreke avê li başûrê Girê Legê dixebite da ku pêdiviya 300 malî ya ava vexwarinê dabîn bikin, lêçûna vê xebatê bi qasî 9000 dolarên Amerîkî ye. Proje ji bo bi dawîkirina azarên şêniyên navçeyê yên ji ber kêmbûna ava vexwarinê di dema havînê de ye.

(dx)

ANHA