​​​​​​​Gelê Maya: Fikrên rêber Ocalan ji bo gelan ronahî ye

Gelê Maya got, “Wê nikaribin têkoşîna rêber Ocalan a civakî bi êsîrtiyê rawestînin. Wê gel têkoşînê berdewam bike.”

​​​​​​​Gelê Maya: Fikrên rêber Ocalan ji bo gelan ronahî ye
12 cotmeh, 2021   00:48
HABER MERKEZİ – CÎHAN BÎLGÎN

Li gorî dîroka nivîskî, hebûna gelê Maya ya Amerîkaya Navîn û li nîvgirava Yucatan vedigere salên 1800’î berî zayendê. Hejmara gelê Maya îro 7 mîlyon e, ruxmî êriş, dagirkerî û cudakariyê jî berxwedana vî gelê xwecih berdewam e. Gelê xwecih ê Maya yê ku bi baldarî nêzî paradîgmaya rêber Abdullah Ocalan dibe û gelek lêhûrbûnan li ser dikin, komploya navneteweyî şermezar kir.

Gelê Maya ya Guatemala ya Amerîkaya Latîn got ku wê zîndan nikaribin pêşî li têkoşînê bigirin û destnîşan kir ku wê ji bo cîhaneke demoratîk û adil têbikoşin.

Gelê Maya yê ji ANHA`yê re axivî, dîlgirtin û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û silavên xwe ji Rêber Ocalan re şandin. 

‘DIVÊ OCALAN DEMILDEST SERBEST BÊ BERDAN’

Rojnamevan Anastasia Mejia, Tiriquiz ê ku di sala 2020’an de gendeliya di Şaredariya Joyabaj derxistibû holê û rastî gelek zextan û cezayê zindanê hatibû, komplo û tecrîda li ser rêber Ocalan şermezar kir û xwest rêber Ocalan demildest serberst bê berdan. Anastasia Mejia wiha got: “Wê bi dîlgirtinê nikarîbin têkoşîna rêber Ocalan a civakî rawestînin. Ev êsîrtî wê nikaribe têkoşîna gelan jî bide sekinandin. Têkoşîna me her roj mezintir dibe. Ji bo vê jî divê rêber Ocalan serberst bê berdan. Ez silav û hezkirinên xwe ji gelê kurd re dişinim.”

‘ZÎNDAN NIKARIN TÊKOŞÎNA ME ASTENG BIKIN’

Palas Luis yê ku sala 2019’an di berxwedana li hember santrala hidroelektrîk a Ecoener Hidralia’ya pêşketî de cih girtibû û hate girtin, got, “Dîlgirtin û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermeke mirovî ye. Divê yekser serbest bê berdan. Em li hember paradîgmaya wî ya ku îro jiyanî dibe, rêzdar in. Ez ji gelê kurdistan ê ku îro ji bo azadiya xwe têdikoşe re silav û rêzê xwe dişînim. Ez bang dikim ku em hemû bi hev re têkoşîna xwe dewam bikin. Wekî gelên xwecihî wê zindan nikaribin têkoşîna me asteng bikin. Ez ji cografyaya xwecihiyên Q’anjobal ji bo cîhaneke azad û demokratîk dişînim.”

‘EM JI TÊKOŞÎNA WÎ YA CIVAKÎ BAWER IN’

Parêzer Isabel Solis ê ku qetlîama 1982`an a Guatemala jiyan kir jî wiha aixivî: “Ez û girtiyên siyasî ji welatê Maya’yan ji gelê Kurd yê bi rûmet re silavên xwe dişînin.” Isabel Solis tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan jî şermezar kir.

Isabel Solis diyar kir ku fikrê rêber Abdullah Ocalan ji bo hemû mirovahiyê hêviyeke û wiha berdewam kir: “Divê li hember mafê mirovan û azadiya rêber Abdullah Ocalan bi hurmet bin. Fikr û pêşniyarên rêber Abdullah Ocalan ji hemû gelan ronahiyeke. Em wek gelên xwecihî di wê baweriyê de ne ku, zexta dewlet û pergala desthilatdar tenê dikare bi têkoşîna gelan bi dawî bibe. Li gelek deverên cîhanê gelên xwecihî têkoşîna xwe berdewam dikin. Jin li welatê me li her bajarî têdikoşin. Li ser vî ez têkoşîna jinên kurd silav dikim.” 

ANHA