​​​​​​​Şandeya NY: Rêjeya beşdariya li hilbijartinên Iraqê mixabînî ye

Şandeya NY’yê ya ji bo alîkariya Iraqê da zanîn ku rêjeya beşdarbûna di hilbijartinên parlamentoyê yên pêşwext de ku duh li dar ketibûn hêvî têk birin.

​​​​​​​Şandeya NY: Rêjeya beşdariya li hilbijartinên Iraqê mixabînî ye
11 cotmeh, 2021   18:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya NY’yê daxuyaniyek têkildarî vê yekê da û got helbijartin bi hêsanî pêk hatin û gelek başbûnên teknîkî û tedbîrên mezin hatin girtin.

Şandeya NY’yê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku hilbijartin bi xwesteka iraqiyan a di dirêjahiya du salan de pêk hat. Dê NY’yê li gel tevahî iraqiyan bisekine. Her wiha kedên Komseriya Bilind a Serbixwe ya hilbijartinan û hêzên ewlehiya Iraqê pîroz dikin.

Her wiha Komseriya Bilind a Serbixwe ya hilbijartinên Iraqê îro encamên destpêkê yên hilbijartinên parlamentoyê yên pêşwext ku duh li dar ketibûn, eşkere kirin.

Serokê komseriyê Ednan Xelef di civîneke çapemeniyê de got hejmara dengdayînan gihaşt 9 milyon û 77 hezaran, anku bi rêjeya ji sedî 41. Her wiha sibe û bi dema 3 rojan dest bi wergirtina îtîrazan tê kirin.

Li gorî AFP’ê, hin çavdêran da zanîn ku beşdariya dengdayînan di vê hilbijartinên pêşwext de pir kêm bû.

Li aliyekî din jî berpisrekî Teyar El-Sedrî ji AFP’ê re ragihand ku wê gelek danişt di parlementoyê de wergirtine

Berpirsê ragihandinê yê Teyar El-Sedrî teqez kir ku nêzî 73 danişt ji eslê 329 daniştan di parlamentoyê de wergirtin. Di heman demê de berpirsekî komîseriya hilbijartinan ji AFP’ê re eşkere kir ku li gorî encamên destpêkê Teyar El-Sedrî di destpêkê de ye.

(fr)