​​​​​​​Li taxa Zorava ya Şamê jinan komploya 9'ê Cotmehê şeremzar kir

Li taxa Zorava ya Şamê jinan Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

​​​​​​​Li taxa Zorava ya Şamê jinan komploya 9'ê Cotmehê şeremzar kir
11 cotmeh, 2021   21:10
ŞAM

Ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, Rêxistina Kongreya Star a Şamê, civînek li taxa Zorava li dar xist. Bi dehan jinên taxê beşdarî civînê bûn.

Di civînê de sînevîzyoneke li ser têkoşîna rêber Abdullah Ocalan û komploya navneteweyî hate pêşandan.

Di dawiyê de diruşmeyên şermezarkirina komplo û banga azadiya rêbertî hate berzkirin.

ANHA