Dayika Hevrîn Xelef: Bêyî dazirandina Erdogan tu wateya qanûnên navneteweyî tune ne

Dayika şehîd Hevrîn Xelef, Sûad Mistefa da zanîn ku Erdogan berpirsê sûcên şer ên li Sûriyê  ye û got: "Bêyî darizandina Erdogan tu wateya qanûnên navneteweyî tune ne."

Dayika Hevrîn Xelef: Bêyî dazirandina Erdogan tu wateya qanûnên navneteweyî tune ne
11 cotmeh, 2021   23:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Li beramberî çiyayê Cûdî û di deşta rojhilat a Dêrikê de dayika şehîd Hevrîn Xelef, Sûad Mistefa di nava gorên şehîdan ên li Goristana Şehîd Xebat Dêrik de dimeşe.

Di destê Sûad Mistefa de gurzek kulîlk û hin darikên pixûrê hene û ber bi gora keça xwe Hevrînê ve diçe.

Sekretêra Partiya Sûriya ya Pêşerojê Hevrîn Xelef beriya du salan bi destê komên çete yên girêdayî dagirkeriya Tirk bi rêbazekî hovane hat şehîdxistin.

Hemwextî êrişên dagirkirinê yên li ser Girê Spî û Serêkaniyê, komên çete yên dewleta Tirk a dagirker bi desteka hawayî ya dewleta Tirk derbasî Sûriyê bûn û gihiştin rêya navneteweyî ya M4. Sibeha 12'ê Cotmeha 2019'an de Hevîn Xelef, ajokarê erebeyê û alîkarê wê bi awayekî hovane şehîd xistin. Di heman demê de 9 sivîlên din înfaz kirin

Dîmenên qetilkirina sivîlan li ser rêya M4 a Til Temirê hatin belavkirin, tê de erebeya siyasetmedar Hevrîn Xelef hebû ku bi guleyan hatibû hedefgirtin. Ev dîmen ji aliyê çeteyekî Ehrar El-Şerqiyê ve hetibû kişandibû.

Hevîn Xelef (35), di havîna 2014’an de erka cîgirê Hevserokatiya Desteya Enerjiyê girt. Piştre bû Hevseroka Desteya Aborî ya Kantona Cizîrê. Her wiha di bihara 2018’an ji bo Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê hat hilbijartin.

‛KEÇA MIN BI AŞTIYÊ BAWER BÛ’

Dayika şehîd Hevrîn Xelef, Sûad Mihemed li ber gora keça xwe rûniştiye û dibêje Hevîn bi aştiya di nava pergala hevbeş a pêkhateyên li tevahî Sûriyê de bawer bû û hewl dida şerê ji 10 salan ve li welat bi dawî bikira. Dayika şehîd Hevîr diyar kir ku armanca Erdogan û partiya wî ji şehîdxistina Hevrîn ew e ku îradeya jinan û şoreşa ku jin jê re pêşengtiyê dikin, têk bibin.

‛DYA’YÊ BAŞ DIZANE KÎ BERPIRSÊ SÛCAN E’

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê di 28’ê vê Tîrmehê de serçeteyê Ehrar El-Şerqiyê yê bi navê Hatim Ebû Şeqra ku berpirsê qetilkirina siyasetmedar Hevrîn Xelef e xist lîsteya cezayan. Ew yek jî di çarçoveya tedbîrên girêdayî têkoşîna li dijî terorê de pêk hat. 

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kantona Efrînê dagirkir, gelek sûc pêk anîn, destê çete Hatim Ebû Şeqra di sûcên li dijî êzidiyên Efrînê de heye. Li aliyekî din jî dezgehên çapemeniyê ragihandin ku di Nîsana 2018'an de civîneke di navbera serçeteyên koman, di nav de Ebû Şeqra û serokkomarê Tirkiyê Erdogan de li dar ket.

Sûad Mistefa wiha got: “DYA’yê ku di wê demê de ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekişiye, baş dizane ku keça min li ku û çawa hat şehîdxistin. Lê belê çavên xwe ji vê sûcê hovane re digirin. Amerîka dikarî sûcên dewleta Tirk ên li dijî sûriyên li herêmê qedexe bikira.”

‛DEMOKRASΠ Û PARASTINA MAFÊN MIROVAN EBAYEKÎ EWROPAYÊ YA JI BO SERBILINDIYÊ YE’

Li ser gerên xwe yên li dewletên Ewropayê, dayika Hevrîn Xelef destnîşan kir ku tevî ku gelek belge û nîşane hene ku vê sûcê piştrast dikin, lê heta niha tu bersiv wernegirtiye û wiha pê de çû: “Demokrasî û parastina mafên mirovan ebayeke ku Ewropa xwe pê serbilind dibîne û ji bo berjewendiyên xwe her tiştî dikin. Ne NY’yê, ne rêxistinên mafên mirovan ne dadgehên Ewropayê heta niha tiştek kirine, sedem jî eşkere ye, ew jî berjewendiyên wan bi dewleta Tirk re hene.”

Sûad Mistefa beşdarî rûniştina kongreya kurdî a li parlamentoya Ewropayê bû ku di Sibata 2020'an de hatibû lidarxistin û gilînameyek pêşkêşî dadgeha navneteweyî kir ku kujerên keça wê werin darizandin.

‛HEVRÎN XELEF QETIL KIRIN, LÊ ROJANE BI SEDAN MÎNA WÊ DIWELIDIN’

Sûad Mistefa bang li civaka navneteweyî kir ku sûcdarên şer ên li Sûriyê di serî de serokkomarê Tirkiyê Erdogan li pêş çavên gelê Sûryê û cîhanê darizînin, û wiha dawî li gotina xwe anî: “Heke ev yek pêk nehatin, wê demê tu wateya qanûnê tune ye. Wê demê wê projeya demokrasî û şoreşa azadiyê berdewam bike. Hevrîn Xelef qetil kirin, lê rojane bi sedan Hevrîn ji dayik dibin  û li hember rejîma faşîstan disekinin û zulmê qebûl nakin.”

‏(dm)

ANHA