'Cihê ku zulm lê hebe, dê kamareyên Dilîşan û Hogir li wir bin'

Şehîd Dilîşan û şehîd Hogir di oxira ragihandina heqîqetê de canê xwe da. Hevrêyên her du şehîdan soza şopandina rêça wan da  û gotin cihê ku zulm lê hebe dê kamereyên Dilîşan û Hogir li wir bin.

'Cihê ku zulm lê hebe, dê kamareyên Dilîşan û Hogir li wir bin'
12 cotmeh, 2021   01:56
QAMIŞLO-EHMED SEMÎR

4 sal di ser şehadeta nûçegihanên me Dilîşan Îbiş û Hogir Mihemed re derbas bûn.  Her du nûçegihanên me di rêwtiya lêgerîna heqîqetê de canê xwe da.

Dilîşan û Hogir dema ku pêngava Bagera Cizîrê ya ku QSD'ê ji bo rizgarkirina gundewarê rojhilatê bajarê Dêrazorê de dabûn destpêkrin dişopandin, di êrişeke hovane ya çeteyên DAIŞ'ê de şehîd bûn.

Roja 12’yê Cotmeha 2017’an saet di 18:30’an de çeteyên DAIŞ’ê li dijî sivîlên ku ji herêmên di bin serweriya DAIŞ û yên hikumeta Şamê de ber bi herêmên rizgarkirî ve direviyan li ser rêya Xurafî ya di navbera Hesekê û Dêrazorê de du erebeyên bombebarkirî di nav sivîlan de teqandin.

Di encama teqîna her du erebeyan de Dilîşan, Hogir û 14 sivîl şehîd bûn, her wiha nûçegihanê me Rizgar Denîz jî birîndar bû. Rizgar ji ber girantiya birîna xwe di 18’ê Kanûnê de li nexweşxaneyeke Şamê şehîd bû.

Tevî xeteriyan nûçegihanên ajansa me Dilîşan û Hogir qehremantî û destanên QSD’ê yên li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi pênûs kamereyên xwe belge kirin. Wan her du bi tenê sûcên çeteyên DAIŞ’ê û bûyerên rizgarkirinê, vegera jiyanê li herêmên rizgarkirî dişopandin.

Dilîşan Îbiş di 26’ê Îlona 1991’ê li Kobanê ji dayik bû û malbata wê ji salên 1980’î ve alîgira Tevgera Azadiya Kurdistanê ye.

Dilîşan Îbiş piştî ku xwendina xwe ya amadehî bi dawî dike, di 2011’an de diçe Helebê  ji bo ku xwendina xwe temam bike. Li wir peymangeha rêvebirina xebatan di zanîngeha Helebê de xwend. Lê bi destpêkirina çirûska Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re xwendina xwe ya peymangehê di sala duyemîn de temam nekir û ji Helebê berê xwe dide Kobanê ku tev li şoreş bibe.

‛DILÎŞAN JI HEMÛYAN HEZ DIKIR Û HEMÛYAN JÎ JÊ HEZ DIKIR’

Edîtorê beşa kurdî ya ajansa ANHA’yê Kendal Cûdî ji destpêka şoreşê ve şehîd Dilîşan Îbiş nas kir. Her duyan bi hev re di Radyoya Dengê Kobanê de dixebitîn.

Cûdî dostaniya Dilîşan bi dostaniyeke cuda wesif kir û got, Dilîşan ji her kesê/î hez dikir û her kesî ji wê hez dikir û wiha domand: "Şoreşê em li hev civandin. Dilîşan dev ji kêfxweşiyên jiyanê û xwendinê berda da ku xizmeta şoreşê bike û bi rihê şoreşgerî tev lê bûn. 24 saetan bê westandin dixebitî."

Piştî radyoya Dengê Kobanê di 11’ê Cotmeha 2012’yan de vebû Dilîşan Îbiş karê rojnamegeriyê kir, ji ber dît ku ew dikare dengê şoreşê û doza jinê bigihîne cîhanê.

Dilîşan Îbiş û nûçegihanê Ronahî TV şehîd Mistefa Mihemed pêngava rizgarkirina Minbicê şopandin ku di 1’ê Hezîrana 2016’an dest pê kir.

Şehadeta Mistefa Mihemed bandoreke mezin li Dilîşan dike, lê wê ji rêya eşkerekirina rastiyê gav paşve neavêt. Piştre Dilîşan berî dide Reqayê û 5 qonaxên rizgarkirina Reqayê şopand.

BEŞDARIYA DILÎŞAN ÎBIŞ DI PÊNGAVA RIZGARKIRINA MINBICÊ DE

Nûçegihanda ajansa me Dicle Ehmed ku berxwedana li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li Eyn Îsa û sûcên wê li dijî sivîlan dişopîne, beşdarbûna Dilîşan a 3 mehan di şopandina pêngava rizgarkirina Minbicê de bi bîr tîne. Dicle Ehmed got: "Şehîd Dilîşan her tim hewl dida kêfxweşiya jinên Minbicê ya bi rizgarkirina derxîne û ber bi aliyên wan ve diçû da ku rûkenî  û rûndikên di çavên jinan de bi kamereya xwe derxîne."

Kendal Cûdî kêliyên ku bi şehîd Dilîşan Îbiş pêngava rizgarkirina Minbicê dişopand wiha bi bîr tîne: "Dilîşan di radyoyê de dixebitî, lê tevî wê israr kir ku pêngava rizgarkirina Minbicê bişopîne. Bi pênûs û kamereya xwe li kêkeka şervanên QSD’ê tê koşiya."

Cûdî da zanîn ku Dilîşan Îbiş xwest pêngavên rizgarkirina şêniyên Minbicê kêlî bi kêlî ragihîne û helwesteke din ku di dema şopandina pêngavê de çêbûyê bi bîr anî û wiha pê de çû: "Şervanên QSD’ê xwest ku hinekî rojnamegeran ji eniyê şer bi dûr biçin, lê wê yekê Dilîşan Îbiş aciz kir. Ji ber her tim dixwest li kêleka wan di eniyê pêş de be."

Kendal Cûdî destnîşan kir ku radyoya Dengê Kobanê sekinî, lê Dilîşan Îbiş nesekinî, çû Cizîrê û radyoya Cûdî bi rê ve bir û wiha domand: "Li rex erka xwe ya pîşeyê hevrêyên xwe yên rojnameger perwerde dikirin. Ew her tim amade bû ku di oxira hevrêyên xwe de canê xwe bide."

Di dawiya 2016’an de Dilîşan tev li ajansa ANHA’yê dibe û karê nûçegihantiyê dike. Demekê nûçegihantiya meydanî li Qamişloyê dike, lê israr kir ku nûçegihatiya şer bike û şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê belge bike.

Kendal Cûdî anî ziman ku tiştê şehîd Dilîşan û hevrêyên xwe hiştine ji çapemeniyê re mîras e û rewana wan namire û dê her tim di nava wan de ye. Cûdî got: "Divê xebatên ku wan şehîdan nikarî temam bikira bi hêzeke mezin em berdewam bikin. Ji ber şopandina rêya wan bi rêya xebat û têkoşînê pêk tê. Şehîd Dilîşan Îbiş xeta şehîd Mistefa berneda û ji bo ragihandina heqîqetê heta şehadetê tê koşiya. Îro jî hevrêyên wê rêya wê dişopînin."

Li aliyekî din jî Dicle Ehmed anî ziman ku wê û Dilîşanê dest bi karê rojnamegeriyê kir ku rastiya Şoreşa Rojava ragihînin, da ku bibin dengvedana dengê jinan û ev tişt got: "Şehîd Dilîşan Îbiş rastî û azarên jinan ragihand û bi pênûsa xwe li ser têkoşerên jin ên şoreşa Rojava dinivîsand, her wiha li ser urf û adetên ku jinên Kobanê jê rizgar bûne nivîsandin."

Dicle Ehmed destnîşan kir ku tevî zextên malbatê, lê Dilîşan israr kir ku karê xwe berdewam bike û wiha got: "Dema êrişên çeteyên DAIŞ’ê li dijî Kobanê şehîd Dilîşan bi dengê xwe hêvî, israr û coş dida ku Kobanê nakeve. Ev israra wê hişt ku bibe dengê berxwedan û şoreşê."

Dicle Ehmed wiha berdewam kir: "Bi vî rihî Dilîşan têkoşîna xwe heta destpêkirina qonaxa dawî ya têkbirina çeteyên DAIŞ’ê berdewam kir. Wê hewl dida coş û kêfxweşiya sivîlan di dema digihaştin herêmên QSD’ê de eşkere bikira û dixwest rastî ragihîne."

Têkildarî kesayeta Dilîşan Îbiş, Dicle Ehmed diyar kir ku serhişk û hestiyar bû, ji zarokan hez dikir, alîkarî dide sivîlên ku ji herêmên di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de direviyan dikir. Dicle got: "Min hevaltiya rast di kesayeta şehîd Dilîşan de dît."

Nûçegihana me Dicle Ehmed her wiha got: "Dilîşan bû dengê berxwedan û jinan. Ez geşdanên li eniyên berxwedanê dişopînim û ez bibim dengê heqîqetê."

Dicle Ehmed wiha gotina xwe bi dawî kir: "Dewleta Tirk a dagirker komkujiyan li dijî gel û xaka me pêk tîne û siyaseta terorê pêk tîne. Li ku zulm hebe dê kamereyên me li wir bin û dê kamereya Dilîşan Îbiş jî li wir be. Em hemû li ser şopa Dilîşan Îbiş dimeşin, armancên xwe yên ragihandina rastiyan bernadin û em ê bibin dengê heqîqetê."

ŞEHÎD HOGIR

Hogir Mihemed di 1991’ê de li taxa Hîlêliyê ya Qamişlo ji dayik bû, di nav malbatekê de mezin dibe ku destpêka di salên 1990’î felsefeya rêber Ocalan nas dike.

Hogir Mihemed ji nav xwişk û birayên xwe yê duyemîn ê biçûk e û malbata wî ji 8 kesan pêk dihat. Malbata wî ew fêrî hezkirina welat dikir. Lê tevî hezkirina wî ji xwendinê re û serketina wî, lê xwendina xwe berda û di temenekî biçûk de li gel bavê xwe di çandiniyê de dixebite.

Bi destpêkirina şoreşê, Hogir Mihemed tev li YPG’ê dibe û karê ajokariya veguhastina çek û cebilxaneyên leşkerî ji şervanan re dike. Her wiha tevî gelek pêngavên li dijî çeteyên DAIŞ’ê dibe. Lê bi destpêkirina pêngava Bagera Cizîrê re vê carî Hogir Mihemed bi sîfeta rojnameger dike kir ku rastî, bûyerên şer û azarên şêniyên herêmên dagirkirî ji cîhanê re ragihîne.

Li ser tevlêbûna şehîd Hogir Mihemed ji ragihandinê re nûçegihanê ajansa me Ehmed Mihemed da zanîn ku beşa ragihandinê qadeke fikirî û îdeolojî ye û ew jî ji ber girêdana xwe bi şoreşê ya manewî tev li beşa ragihandinê bû û wiha got: "Şehîd Hogir Mihemed welatparêz û şoreşger bû û tiştê jê dihat xwestin bê dudilî pêk dianî."

Mihemed got, Hogir Mihemed têkoşerekî pêşeng bû, rastî û bûyerên li ser erdê ji cîhanê re radighaind.

Ehmed Mihemed wiha dawî li gotina xwe anî. "Em bi şehadeta hevêryê xwe pir êşiyan. Lê me israr kir ku rêya wî bişopînin. Ajansa me îro di aliyên civakî, siyasî û leşkerî de ji sedan kanal û ajansên navneteweyî û herêmî re bûye çavkanî. Ji ber azar û êşên gelê li vir dişopîne. Destkeftiyên ajansa me yên îro bi saya kedên hevrêyên me yên şehîd in."

(fr)

ANHA