​​​​​​​'Ma bikaranîna çekên kîmyewî ji bo dewleta Tirk ne qedexe ye?!'

Welatiyên bajarê Qamişlo da zanîn ku bikaranîna çekên kîmyewî li hemû welatên cîhanê qedexe ye û ev pirs kirin; gelo tenê bikaranîna wan çekan ji bo dewleta Tirk a dagirker ne qedexe ye?!

​​​​​​​'Ma bikaranîna çekên kîmyewî ji bo dewleta Tirk ne qedexe ye?!'
12 cotmeh, 2021   03:07
QAMIŞLO- SÎMA BIROKÊ

Dewleta Tirk a qirker êrişên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê didomîne û dewleta Tirk di êrişên xwe de çekên kîmyewî bikar tîne. NPG`ê bi daxuyeniyekê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker êdî çekên nû yên kîmyewî bikar tîne.

Têkildarî mijarê welatiyên bajarê Qamişlo ji ajansa me re axivin.

Wetha Wanikê êrişên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker û aliyên ku alîkariya wê dikin şermezar kir û got:" Bikaranîna çekên kîmyewî ji hemû cîhanê re qedexe ye, lê tenê ji bo dewleta Tirk a dagirker ne qedexeye."

Wetha Wanikê anî ziman ku êrişên bi çekên kîmyewî li ser gerîlayên HPG`ê û YJS-STAR ji sala 1995`an ve dewam dike û wiha got: “Ev êriş li pêşiya raya giştî ji aliyê dewleta Tirk ve pêk tê. Dewleta Tirk dixwaze  gelê Kurd bi rêya van êrişan tune bike."

Wetha da zanîn ku ew ê piştgiriya xwe ji gerîlayan re berdewam bikin û wih dom kir: “Ji ber ku hebûna Kurdan hemû bi saya gerîlayan e. Dewleta Tirk ku xwe li ber berxwedana gerîlayan nagirê, lewra bi çekên kîmyewî êriş dike.”

Wetha Wanikê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên kîmyewî ne tenê gerîyana hedef digire, her wiha şêniyên li herêmê jî hedef digire û wiha domand: “Bi vê yekê dixwaze herêmê vala bike û gelê Kurd qir bike.”

Wetha Wanikê di dawiya axaftina xwe de got: “Baweriya me bi hêza gerîlayên me tê û ew ê dewleta Tirk têk bibe.”

Li aliyekî din Elî Xatê jî diyar kir ku gerîla hêza wan û ya her çar parçeyê Kurdistanê ye, ji ber wê dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yê hovan e dixwaze koka Kurdan rake.

Elî Xatê wiha got: “Bil dewleta Tirk zanibe ku her çar parçeyên Kurdistanê bi gerîlayên Kurdistanê hene. Dewleta Tirk bi rêya gerîlayan êrişî koka Kurdan dike."

Etiya Izet jî hevkariya hin aliyên kurdî bi dewleta Tirk a dagirker re li ser gurkirina êrişên li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê şermezar kir.

Etiya Izet da xuyakirina ku dewleta Tirk a dagirker bi hemû hêza xwe êrişan li hemberî gerîlayan pêk tîne, lê êrişên wê bê encam dimînin ji ber vê yekê çekên kîmyewî bikar tîne.

Etiya Izet destnîşan kir ku ew piştgiriya gerîlayan dikin û gerîla hebûna Kurdan e.

(kc)

ANHA