​​​​​​​ANHA li ser komploya 9'ê Cotmehê du xelekên bernameyeke taybet diweşîne

Ajansa me (ANHA) vê êvarê du xelekên bernameya taybet bi zimanên erebî û kurdî li ser Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û planên li dijî gelên azad diweşîne.

​​​​​​​ANHA li ser komploya 9'ê Cotmehê du xelekên bernameyeke taybet diweşîne
9 cotmeh, 2021   05:50
NAVENDA NÛÇEYAN

9'ê Cotmeha 1988'an hêzên hegemonîk ên kapîtalîst komployeke navneteweyî li dijî rêber Abdullah Ocalan dan destpêkirin. Ev komplo bi girtina rêbertî di 15'ê Sibata 1999'an de bi encam bû. Hêzên komploger planan li djiî îradeya gelên azad didomînin.

Têkildarî hurgiliyên komployê, mercên wê pêvajoyê, hesabên aliyên herêmî û navnetweyî û berjewediyên wan ji van komployan, her wiha êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Serêkaniyê û Girê Spî, peymana hikumetên Bexda û Hewlêrê ya li dijî îradeya civaka êzidî ya Şengalê ku di salvegerê komployê de pêk hatin, ajansa me du xelekên bernameyeke taybet diweşîne.

ANHA