Îsmaîl Ebrahîm yê hevalê Mandela: Rêbertiya Ocalan dê hemû gelan azad bike

Hevalê Nelson Mandela, Ebrahîm Îsmaîl Ebrahîm diyar kir ku rêbertî û fikrên rêber Abdullah Ocalan dê hemû gelan azad bikin û got “Têkoşîna wî ya azadiyê ne tenê ji bo gele Kurd e, ji bo hemû gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn e."    

Îsmaîl Ebrahîm yê hevalê Mandela: Rêbertiya Ocalan dê hemû gelan azad bike
9 cotmeh, 2021   05:39
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Di sala 1998'an de hêzên navdewletî komployek li dijî rêber Abdullah Ocalan li dar xist da ku rê li pêşiya fikra azadiyê bigirin û têkoşîna wî li ser vê bingehê asteng bikin. Lê belê tevî komplo û dîlgirtinê jî nekarîn pêşî li vê pêşketinê bigirin. Li gel ku dîl hatiye girtin û li zindana Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de tê girtin jî rêberê Abdullah Ocalan ev 23 sal e berxwedaneke bêhempa dimeşîne.

Gelek ramanger, siyasetmedar û lîderên mîna Ebrahîm Îsmaîl Ebrahîm, rêber Abdullah Ocalan wek rêberê serdemê dibînin ku paradîgma û têzên wî li zanîngehan tê hînkirin.

Cîgirê berê yê wezîrê karên derve yê Afrîkaya Başûr Ebrahîm Îsmaîl Ebrahîm ku 15 salan bi Nelson Mandela re li girava Robbenê ma, Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan û tecrîda giran a li ser wî ji ANHA'yê re şîrove kirin.

Ebrahîm diyar kir ku divê civaka navneteweyî têkoşîna ji bo azadiya Nelson Mandela meşand, ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan bimeşîne û kampanyayan ji bo vê yeke pêk bîne.

Ebrahîm da zanîn ku fikrên rêber Ocalan ên der barê mafên mirovan, azadiya ramanê, wekheviya zayendî û azadiya olî de îro ji bo Rojhilata Navîn gelekî girîng in û got divê peyama rêber Ocalan belavî gelên Rojhilata Navîn bibe.

Ebrahîm got: “Ocalan lîderekî girîng e ku hewl dide gelê Kurd li dijî zilma desthilatdariya Tirk bixe nava tevgerê. Têkoşîna wî ya azadiyê ne tenê ji bo gelê Kurd e, ji bo hemû gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn e. Mîna Mandela ku ji bo civakeke ku nîjadperestî lê nîn e û her kes lê azad bibe, tê dikoşe û rêbertî û ramanên Ocalan dê hemû gelan azad bike."  

ÇIMA XELATA ATATURK NEHAT QEBÛLKIRIN?

Ebrahîm Îsmaîl Ebrahîm diyar kir ku Nelson Mandela piştgiriyê da rêber Abdullah Ocalan û doza  gelê Kurd û hin diyalogên xwe yên bi Mandela re li ser mijarê, vegotin: "Dema Nelson Mandela di sala 1963'yan de ji gera Afrîkayê vegeriya, me hev dît. Li girava Robbenê cezayê girtîgehê li me her duyan hate birîn. Tevî ku em li beşên cuda bûn jî, car caran me hev didît û mijarên têkildarî serbestberdana wî ji nîqaş dikirin. Di sala 1990’î de dema ku ez li girava Robbenê girtî bûm û Mandela di girtîgeha Victor Verster de bû, wî ez û çend girtiyên din vexwendin ku bi wî re hevdîtinê bikin da ku têkildarî diyaloga wî ya bi rejîma Apartheid re me agahdar bike.

Mandela piştgirî da doza gelê Kurd. Ji ber vê yekê xelata Ataturk, qebûl nekir. Qebûl kiribû ku mafê penaberiyê yê Ocalan bê dayîn û dema Ocalan li Kenyayê hate revandin, ber bi Afrîkaya Başûr ve diçû. Di konferansa dawîn a ANC'ê de min biryarek anî rojevê ku tê de daxwaza azadiya Ocalan tê qebûlkirin û min piştgiriya xwe ya ji bo doza gelê Kurd anî ziman.”

'DIVÊ HEMAN KAMPANYA JI BO RÊBER OCALAN JÎ DEST PÊ BIKE'

Ebrahîm got: "Destûr nayê dayîn ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike, ev yek li dijî hiqûqa navneteweyî û hemû peymanên navneteweyî ye. Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelê xwe şervanekî azadiyê yê bêhempa ye û ji bo azadiya gelê Kurd amade ye canê xwe bide. Dewleta Tirk û dewletên komploger ku ji bandora doza azadiyê ya rêber Abdullah Ocalan û gelê Kurd ditirsin, tecrîdeke giran didomînin."  

Her wiha Ebrahîm Îsmaîl Ebrahîm destnîşan kir ku li dijî komployê û tecrîda girankirî divê civaka navneteweyî çawa ku ji bo azadiya Nelson Mandela li Afrîkaya Başûr kir, divê ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan jî dest bi kampanyayekê bike.

ANHA