YNK’ê êrişa dewleta Tirk a li ser Çemçemalê şermezar kir

YNK’ê bi daxuyaniyekê êrişa artêşa Tirk a dagirker a li ser Çemçemalê ya Başûr, şermezar kir û diyar kir ku divê hikumeta Iraqê dewleta Tirk hişyar bike. Di encama êrişê de jinek hatibû qetilkirin.

YNK’ê êrişa dewleta Tirk a li ser Çemçemalê şermezar kir
9 cotmeh, 2021   06:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh êvarê balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê li wesayîtekê da. Di encama êrişê de jinek şehîd bû û 2 kes jî birîndar bûn.

Mekteba Siyasî ya YNK’ê li ser malpera xwe ya fermî bi daxuyaniyeke nivîskî êriş û bombebarana dewleta Tirk a li ser Çemçemalê şermezar kir û hate gotin ku êriş binpêkirina serweriya Başûrê Kurdistanê û Iraqê ye.

Di daxuyaniya YNK’ê de wiha hate gotin:

“Mekteba Siyasî ya Yekitî Nîştîmanî Kurdistan bombebarana artêşa Tirk a li herêma Qerehincîr a nêzî bajarê Kerkûkê ku di encamê de qurbanî û zirar çêbûye, şermezar dike.

Ev binpêkirina sînor nîşaneyeke xirab e ku li nava dilê kûrahiya Kurdistan û Iraqê hedef girtiye. Ji ber vê em daxwaza demildest rawestandina van binpêkirinan dikin. Ji ber tu hincetek nabe sedema binpêkirina sînor û gelê bêsûc.

Bi vê boneyê em bang li Hikumeta Federal a Iraqê dikin ku erka xwe ya destûrî û nîştimanî ya ji bo parastina Iraq û Kurdistanê pêk bîne û bi rêyên dîplomaîk hikumeta Tirkiyê ji ber van binpêkirinan hişyar bike.”