‛Destê civaka navneteweyî di qirkirina kurdan de heye’

Dewleta Tirk a dagirker bi hemû rê û rêbazan şerê qirkirinê li dijî gelê Kurd dimeşîne û ‎çekên kîmyewî bi kar tîne. Ev sûcên dewleta Tirk li gel bêdengiya navneteweyî pêk tên.

‛Destê civaka navneteweyî di qirkirina kurdan de heye’
7 cotmeh, 2021   06:28
KOBANÊ- MEYSE EKARÎ

Dewleta Tirk a dagirker li çar parçeyên Kurdistanê, li ku derê derfet bi dest keve şerê ‎tunekirinê li dijî gelê Kurd didomîne.‎

Dewleta Tirk a dagirker ev demeke dirêj e nikare vîn û têkoşîna gelê Kurd bişikîne, ji ber vê ‎yekê êrişên xwe yên li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê bi çekên kîmyewî zêde kirine. ‎

Hêzên Parastina Gel (HPG)di bîlançoya şer a  23'ê Îlonê de, ‎ragihand ku dewleta Tirk a dagirker di nava mehekê de 157 caran êrişên kîmyewî li dijî ‎gerîlayên Tevgera Azadiya Kurdistanê li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk anîne.‎

‏ ‏Ev ne cara yekem e ku dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar tîne. Di dîroka dewleta Tirk de bi ‎dehan car çekên kîmyewî li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê Kurd bikar aniye. ‎

Dewleta Tirk a dagirker di salên damezrandina xwe de ne tenê li dijî gerîla, li dijî gelê Kurd ‎jî çekên kîmyewî bikar anîn. Bi destpêkirina têkoşîna çekdarî ya Tevgera Azadiya ‎Kurdistanê re, dewleta Tirk çekên kîmyewî weke navgînên sereke yên komkujî û qirkirinê ‎bi kar anîn.‎

' SÛCÊN DUBARE '

Di vê çarçoveyê de, endama Komîteya Navendî ya Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê li herêma ‎Firatê, Gulê Hesen wiha got: "Dewleta Tirk kurdan hedef digire û heke li ku derê derfet bi dest bikeve ‎gelê Kurd tune dike. Di van demên dawî de ew çekên kîmyewî di şerê li dijî gelê kurd de, ‎bi taybetî li çiyayên Kurdistanê bikar tîne."‎

Gulê Hesen wiha dom kir: "Dewleta Tirk li Serêkaniyê û Efrînê çekên kîmyewî bikar anîn û niha jî ‎li çiyayên Kurdistanê bi kar tîne, her wiha êrişên xwe zêde dike da ku kurdan qir bike." ‎

Artêşa Tirk a dagirker di 9’ê Cotmeha 2019’an de di dema êrişên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî fosfora spî bi kar anîn, tevî ku ev yek li gorî peymana çekên kîmyewî ya 1980’î qedexe ye.

‎'BÊDENGIYA CIVAKA NAVNETEWEYÎ '

Gulê Hesen der barê sedema bêdengiya civaka navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk de ‎wiha pirsî: "Çima civaka navneteweyî li hember van sûc û binpêkirinên dewleta Tirk bê deng ‎e? Çima li hember qirkirina Kurdan bê deng e?"‎

Gulê Hesen wiha lê zêde kir: "Me dît dema ku hikumeta Şamê çekên kîmyewî bi kar anîn, ‎bertekên civaka navneteweyî li hember wê çawa derketin, lê ji ber ku mijar bûye gelê ‎Kurd, her kes li hember wê bê deng e."‎

Çekên kîmyewî yên ku hikumetên Îsraîl, DYA’yê û hikumeta Şamê bi kar anîn, ‎bû mijara raya giştî ya cîhanê û bû sedema bertekên mezin ên civata navneteweyî. Lê tevî ‎ku dewleta Tirk a faşîst di êrişên xwe yên li dijî gelê Kurd de gelek caran çekên kîmyewî bi ‎kar anîne, dîsa jî civaka navneteweyî bi xwe tu bertek nîşan nedane.‎

Endama Komîteya Navendî ya Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê li herêma Firatê, Gulê Hesen ‎destnîşan kir ku bêdengiya civaka navneteweyî diyar dike ku destê wan di qirkirina gelê ‎Kurd de heye.‎

Tevî ku di mehekê de 157 caran çekên kîmyewî li dijî gelê Kurd hat bikaranîn, tevî bangên ‎saziyên Kurd bi taybet KCK û HPG'ê, dîsa jî wekî her carê li dijî dewleta ‎Tirk tu ceza nehatine birîn û civaka navneteweyî tu nîqaş û tedbîr der barê vê yekê de nekirin.

(dx)

ANHA