Bangên ji bo dadgehkirina kujerên Şukrî Serhed dewam dikin

Şêniyên bajarê Kobanê got, sûîqastkirina Şukrî Serhed ne ya yekemîn e û heger hikumeta Başûrê Kurdistanê sûcdaran veşêre dê ne ya dawî be jî. Her wiha bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê û YNK`ê kir ku encamên sûcê hatiye kirin eşkere bikin û sûcdaran radestî edaletê bikin.

Bangên ji bo dadgehkirina kujerên Şukrî Serhed dewam dikin
7 cotmeh, 2021   06:45
KOBANÊ

Piştî sûîqastkirina Şukrî Serhed (Yasîn Bulut) yê 64 salî li bajarê Silêmaniyê, bangên eşkerekirina kujerên şehîd Şukrî Serhed û radestkirina wê ji edaletê re zêde bûn.

 ‘VÎ SÛCÎ TIRS XIST DILÊ ME ‘

Ji ber sûîqastkirina Şukrî Serhed hêrsek mezin di nava kurdan de çêbû û got ev yek îxaneta li dijî doza Kurd û her kesê ku jiyana xwe di oxira bidestxistina mafên kurdan de feda kiriye ye.

Welatiyê bi navê Arif Mistefa yê ji bajarê Kobanê wiha got: "Şehadeta Şukrî Serhed ji bo gelê Rojava şoq bû. Ji ber ew welatparêz û têkoşerekî mezin bû. Em sûîqastkirina wî şermezar dikin. Em bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê û YNK`ê dikin ku encamên vî sûcî eşkere bikin û sûcdaran radestî edaletê bikin."

Welatiya bi navê Mizgîn Elî jî wiha axivî: "Têkoşer Şukrî Serhed ji aliyê istixbaratên dewleta Tirk û bi hevkariya PDK`ê hate şehîdxistin. Divê kurdên li Başûrê Kurdistanê hevkariya hev bikin da ku sîxuran ji nav xwe derxin. Ji ber tişta ku dewleta Tirk nikare bike ew pêk tînin."

Mizgîn Elî bang li kurdên başûr kir ku derbarê planên ku PDK`ê li dijî wan dike de hişyar bin ji ber sîuqatkirin di demên dawî de li Başûrê Kurdistanê zêde bûne.

 ‘EM MATMAYÎ DIMÎNIN ÇAWA KURD BIRYAÊ XWE YÊ KURD BI XWÎNSARÎ DIKUJE‘

Welatiya bi navê Fatme Cezaîrî jî destnîşan kir ku sîuqatkirina têkoşer Şukrî Serhed ne cara yekemîn e û dê ne ya dawî be ku heger hikumeta Başûrê Kurdistanê sûcdaran eşkere neke û wiha pê de çû: "Kesên ku şehîd Şukrî Serhed sîuqat kir baş zanîbûn ku wî jiyana xwe fedayî doz û xizmeta gelê xwe kiriye. Ji bo vê yekê jî xwest peyamekê bidin her kesê ku jiyana xwe fedayî xizmeta gelê xwe dikin ku ew têne hedefgirtin."

Fatme Cezaîrî bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Parêzvanên rûmeta çiyayan rastî xiyanet û revandinê tên. Weke revandina koma gerîla ku çarenûsa wan heta roja îro ne diyar e. Em matmayî dimînin ku çawa kurd bi xwînsariyekê bi destê birayê xwe yê kurd tê kuştin û destê xwe dixe destê istixbaratên dewleta Tirk da ku tişta dewleta Tirk nikaribe pêk bîne, bi xwe pêk bîne."

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/6Pug9XMPFPs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>