‛Siyaseta birçîkirin û ambargoyê li hember vîna koçberên Efrînê bi ser neket’

Koçberên Efrînê li Şehbayê li hemberî ambargoya ku hikumeta Şamê li ser wan ferz kiriye li ber xwe didin. Endamê Meclisa Serokatiyê ya MSD`ê got, ambargoyê nikarî vîna gelê berxwedêr bişikanda. Divê hikumeta Şamê li şûna ambargoyê diyalogê tercîh bike.

‛Siyaseta birçîkirin û ambargoyê li hember vîna koçberên Efrînê bi ser neket’
7 cotmeh, 2021   08:39
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker kantona Şehbayê ji hemû aliyan ve dorpêç dikin. dergehên jiyanê li ser herêmê digirin. Hêzên ewlehiyê yên hikumeta Şamê nahêlin derman, pêdiviyên tenduristî û sotemenî derbasî herêmê bibin. Her wiha rê heta li pêşiya haletên mirovî jî girtin.

Hikumeta Şamê û Rûsya ku êdî rewşa Sûriyê kontrol dike, bi hemû rêbazan hewl didin ku hişê şêniyan tenê li ser peydakirina jêdera qûtê be û berxwedana ku li gel şertûmercên dijwar di kamp û malên wêrankirî de raber dike, bişikînin.

QANÛNÊN NAVNETEWEYÎ SİYASETA BİRÇÎKİRİNÊ QEDEXE DİKİN, LÊ HİKUMETA ŞAMÊ Bİ İSAR E Lİ DİJÎ KOÇBERAN PÊK BÎNE

Ji aliyê qanûnî ve qanûnên mafên mirovan ên navneteweyî yên sala 1977`an birçîkirina sivîlan an jî bikaranîna wê siyasetê  qedexe dike. Ev yek di madeyên 2 protokolên din ên sala 1977`an de hatiye bibîrxistin. Li gorî madeya 54 a protokola yekemîn û madeya 14 a protokola duyemîn nabe ev siyaset li dijî sivîlan pêk were.

Li gorî qanûna Romayê ya bingehîn, birçîkirina bizanabûn rêbezekî şerê taybet e û wek sûcekî şer tê hesibandin.

Hikumeta Şamê vê siyasetê li dijî koçbaran dimeşîne. Her du mehan carekê, rê dide ku sotemenî û xwarin derbasî herêmê bibin, da ku wan bi siyasetên xwe yên kirêt bide qebûlkirin. Lê miqdarên ku derbasî dibin jî têra herêmê nake.

Li gorî berpirsên komîteya sotemenî ya herêma Efrînê, divê her 10 an jî 15 roj 60’an sahrîcên sotemenî derbasî herêmê bibin. Lê hikumeta Şamê her du mehan carekê tenê destûrê dide ku 20 sahrîc derbas bibin.

Nirxê lîtreya mazotê li kantona Şehbayê gihaşt 3 hezar û 500 lîre û benzîn jî 5 hezar e. Lûleya gazê jî 85 hezar e. Ev hemû jî barên koçberan giran dike.

‛SIYASETA BIRÇÎKIRIN Û AMBARGOYÊ LI HEMBER VÎNA GELÊ BERXWEDÊR BI SER NEKET’

Endamê Desteya Serokatiyê ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Mihemed Hesen piştrast kir ku siyaseta hikumeta Şamê ya ku li dijî koçberan dide meşandin, bi ser neket û vîna gelê berxwedêr neşikand.

Hesen wiha domand: “Dorpêç li Sûriyê bi giştî ji aliyê dewletên destwerdanên aloziya Sûriyê ve hatiye ferzkirin. Hikumeta Şamê jî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên Şehbayê dorpêç dike.”

Hesen piştrast kir ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî siyasetên paşguhkirinê tên û wiha pê de çû: “Ev siyaset beşek ji siyaseta birçîkirinê ye. Herêm ji aliyên siyasî, aborî û civakî ve hatiye paşguhkirin. Paşguhkirina biryara 5 milyon welatî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dûrxistina wan ji diyaloga siyasî û çareseriyê, rêbazek ji vê siyasetê ye.”

Hesen diyar kir ku hikumeta Şamê û Rûsya êdî bûne dara piştê ya aloziya Sûriyê û êdî dest danîne ser çareseriyê heke bixwazin. Hikumeta Şamê bi rêya vê dorpêçê armanc dike biryara siyasî ya gel kontrol bike û bihêle tenê di peydakirina qûta jiyanê de bifikirin.

Bi nêrîna Hesen hikumeta Şamê armanc dike bi rêya siyaseta birçîkirin û ambargoyê berjewendiyên hin aliyan pêk bînin ku biryara siyasî bi dest bixin, da ku ji nû ve vegera beriya 2011’an.

Hesen wiha berdewam kir: “Ev siyaset ne li gorî biryar û qanûnên navneteweyî û civata navneteweyî ye.”

DIYALOG RÊYA BIDAWÎKIRINA ALOZIYAN E’

Endamê Meclisa Serokatiyê ya MSD`ê Mihemed Hesen di dawiyê de behsa bangewaziyên MSD’ê ji hikumeta Şamê re kir ku dest bi diyalogê bike û got: “Heke hikumeta Şamê bixwaze ji aloziya xwe derkeve, divê bi gel re dest bi diyalogê bike, li şûna ku dorpêçê li wan ferz dike. Diyalog rêya bidawîkirina aloziyan e.”

(şx)

ANHA