‛Divê Lubnan bi lez dest bi çareserî û reforman bike’

Wezîrê karên derve yê Qibrisê Nikos Christodoulides bang li hikûmeta nû ya Lubnanê kir ku bi lez dest bi reforman bike da ku civaka navneteweyî alîkariyan ji bo aloziya Lubnanê, peyda bike.

‛Divê Lubnan bi lez dest bi çareserî û reforman bike’
6 cotmeh, 2021   16:49
BEYRÛT

Nikos Christodoulides piştî civîna bi wezîrê karên derve yê Lubnanê Ebdulah Bû Hebîb li Beyrûtê re got: "Lubnan di xaçerêyekî krîtîk de ye û divê huikumeta nû li hember zehmetiyên mezin bisekine."

Christodoulides wiha domand: "Girîng e ku tedbîr û reform bi lez werin kirin da ku civaka navneteweyî alîkariyan ji Lubnanê re peyda bike."

(bx)