Malbatên şehîdan: Êrişa li ser gerîla xiyaneta herî mezin e

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê êrişên PDK'ê yên li dijî gerîla, şehîdxistina 5 gerîlayan, her wiha hewldanên wê yên ketina Şengalê şeremzar kir û bi xiyaneteke mezin li kurdan bi nav kir.

Malbatên şehîdan: Êrişa li ser gerîla xiyaneta herî mezin e
5 cotmeh, 2021   12:42
NAVENDA NÛÇEYAN 

Beşdarên çalakiya konvedanê ya li pêşiya deriyê sînor ê Sîmalkayê kom bûn, pankartên "Bijî berxwedana gerîla", "Ajantî û xiyanet frotina axa welêt e" û "Ji xiyanet û ajantiyê re êdî bes e" û wêneyên gerîlayên şehîd hilda bûn.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê Mahsûm Hesen daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Di demekê de ku Kurd û tevgera azadiyê li ser asta cîhanê û qada dîplomasî de hewl didin serkeftina leşkerî û fedekariyên şehîdan bikin destkeftiyên siyasî, da ku mafên kurdan di hemû qadan de werin naskirin, hêzên ajan û xayîn ji bo razîkirina Erdogan û partiya wî ya faşîst dixwazin vê serketinê têk bibin."

Di daxuyaniyê de hat gotin PDK'ê li ser xiyanetê bi israr e û di 3 mehan de parêzvanên Kurdistanê rastî kemîn û tengaviyan ji aliya PDK`ê ve tê û wiha hate domandin: "PDK'ê xizmetê ji dijmin dike. Ev yek li dijî berjewendiyên gelê Kurd e. Tevî bangewazî û hişyariyan lê PDK`ê di hevkariya xwe de ya bi dewleta Tirk re, hedefgirtina ciwanên Kurd û têkbirina destkeftiyên Şengaliyan bi israr e. Ji ber wê hat gotin şehîdxisitna her 5 gerîlayan li herêma Xelîfanê û gefên li dijî Şengalê tên xwarin, xiyanete herî mezin a li dijî Kurdan û projeya wan a demokratîk e. "

 Di daxuyaniyê de xiyaneta dîrokî ya malbata Barzanî û hevkariya wê ya bi dewleta Tirk re li dijî têkoşîna rewa ya gelê Kurd, hatin şermezarkirin. Her wiha bang li hêzên kurdistanî hat kirin ku bi lez bixebitin da ku rê li pêşiya êrişên Erdogan û xiyaneta malbata Barzanî bigirin. Bang li azadîxwazên li Tikriyê hat kirin ku li hemberî Erdogan bibin bend da ku Tirkiyeyeke din ku hemû gelan û çanda wan qebûl dike, ava bikin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê ji bo radestkirina cenazeyên gerîlayên ku di kemîna PDK`ê de şehîd bûne li pêş deriyê sînor ê Sêmalkayê çalakiya konvedanê li dar xist. Li gorî Saziya Malbatên Şehîdan çalakî dê heta 7 rojan berdewam bike.

(şx)

ANHA