Kongreya Star bang: Divê her kes li dijî xiyaneta PDK`ê dakeve qadan

Kongreya Star bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li hember îxaneta PDK`ê û hewldana wê yên ketina Şengalê, bisekinin.

Kongreya Star bang: Divê her kes li dijî xiyaneta PDK`ê dakeve qadan
5 cotmeh, 2021   12:06
 NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya Star a Rojava têkildarî hewldanên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku wê hêzên xwe bi çek derbasî Şengalê bike, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Kongreya Star bang li şêniyan kir ku li hember helwestên dijminane yên PDK'ê serî hildin û got:" Divê gel li çar perçeyên kurdistanê li dijî xeta xiyanetê ku PDK'ê dimeşîne, serî hildin. Em şêniyên Bakur û Rojhilate Sûriye dê li hember wan li ber xwe bidin û dev ji helwestên xwe bernedin."

Her wiha destnîşan kir ku êzidiyên Şengalê ji fermana 47'an gelek ders derxistin, êdî xwe li ser bingeha xweparastinê bi rêxistin kirin û wiha domand:"Ji saetên sibê ve şênî li deriyên ketina Şengalê kom bûne, biyar dan ku ew ê rê nedin PDK`ê ku bikeve herêmên wan û dê axa Êzîdxanê biparêzin."

Di daxuyaniyê de behsa êrişa DAIŞ'ê ya sala 2014'an a li dijî Şengalê û reva PDK'ê ji Şengalê hate kirin û wiha hate domandin: “Hêza ku îdiaya parastina Şengalê dikir erka xwe bi cih neanî. Artêşa Iraqê û PDK`ê xeta xiyanetê pejirandin û dema DAIŞ ket Şengalê hema yekser jê vekişiyan.”

Di berdewama daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku çeteyên DAIŞ'ê sûcên herî hovane li dijî xelkê Şengalê pêk anîn, bi taybet li dijî jinan binpêkirinên dermirovî kirin.

Kongreya Star got, PDK`ê berpirsa komkujiyên DAIŞ`ê yên li dijî êzidiyan e û îşaret bi berxwedana dîrokî ya Hêzên Parastina Gel (HPG) kir ku Şengal bi tenê nehişt û ew rizgar kir.

Kongreya Star eşekere kir ku hikumeta Başûr Kurdistanê bi partiya xwe ya serwer û desteka Tirkiyê hê jî dixwaze Şengal dagir bike.

Kongreya Star her wiha bêdengiya hikumeta Bexdayê û civata navneteweyî ya li hemberî êrişên domdar ên dewleta Tirk ên li dijî Şengalê, şermezar kir. 

Kongreya Star bang li tevahî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriye kir ku ji bo Şengalê tev li qadên berxwedanê bibin,

 (dm) 

ANHA