Şêx Muslim: Qanûna navneteweyî ji bo doza rêber Ocalan kor e

Hiqûqnas Mistefa Şêx Muslim piştrast kir ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, asta kîna dewleta Tirk a li hemberî gelê Kurd nîşan dide. Her wiha CPT rexne kir ji ber ku bi erka xwe ya li hemberî îşkenceya derûnî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, ranabe.

Şêx Muslim: Qanûna navneteweyî ji bo doza rêber Ocalan kor e
5 cotmeh, 2021   06:11
KOBANÊ

Piştî komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan ya ji beriya zêdetirî 22 salan ve, hemû qaûnên navneteweyî bi ber bayê ketin. Qanûna navneteweyî li hemberî sûcên li dijî rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin, ker û kor e.

Hiqûqnas Mistefa Şêx Muslim got: “Li gorî qanûnên navneteweyî, tecrîda li dijî rêber Ocalan ne qanûnî ye. Bingeha wê di tu qanûnên navneteweyî de tune ye çi yên Tirkî, yan jî qanûnên dewleteke din. Ev kiryar, asta kîna dewleta Tirk a li dijî gelekî bi giştî di kesayeta rêber Abdullah Ocalan nîşan dide.”

Şêx Muslim diyar kir ku dan û standina bi rêber Abdullah Ocalan re wekî girtiyekî siyasî nayê kirin, berovajî wê ew ji hemû mafan bêpar hiştine û tecrîdeke giran li ser ferz dikin, da ku peywendiyê di navbera wî û gelê Kurd ê li her çar parçeyên Kurdistanê de qut bikin.

Şêx Muslim wiha domand: “Em dikarin tecrîdê bi bûyerên siyasî yên li qada Rojhilata Navîn ve girê bidin. Rêber Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe de behsa pirsgirêkên li herêmê û çareseriyên wê kirin. Ji ber ku bi hurgilî bûyerên li herêmê rû didin dinirxîne û çareseriyan jê re dibîne. Ji bo ku ew parêzname negihêje gelê herêmê, tecîrda li ser hat girankirin.”

`CPT LI HEMBERÊ RÊBER ABDULLAH OCALAN BI ERKA XWE RANABE`

Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) rewşa rêber Abdullah Ocalan paşguh dike, serdanê nake û rewşa wî ya di hucreya yekserî de naşopîne. Ji mafê komîteyê ye ku ji 25 kesên serbixwe pêk tê, serdana cihên ragirtina kesên ji azadiya xwe bêpar mane, bikin ji ber ku tu qeyd li ser karê vê komîteyê tune ye û dikare bigihêje hemû girtîgehan. Dikare hevdîtinên veşartî jî bi kesên ji mafên azadiya xwe bêpar mane re çêkin ku rêber Abdullah Ocalan jî yek ji wan e.

Mistefa Şêx Muslim wiha pê de çû: “Ev komîteyên navneteweyî yên ku parastina mafên mirovan îdia dikin, karê xwe li gorî tê xwestin nakin. Aliyên ku parastina mafên girtiyan îdia dikin, di serî de CPT, li hemberî sûcên li dijî rêber Abdullah Ocalan û îşkenceya derûnî ku lê tê kirin, bi erka xwe ranabe. Ji ber ku biryarên wê girêdayî dewletên xwedî biryar in û ji doza kurdî ditirsin. Ev komîte li hemberî doza rêber Abdullah Ocalan xwe kor kiriye.”

Şêx Muslim di nav gotinên xwe de ev yek destnîşan kir: “Rêxistinên navneteweyî rewşa tenduristiya rêber Abdullah Ocalan paşguh dike. Bi vê yekê qanûnên navneteweyî binpê dikin ku li ser peydakirina şert û mercên guncaw ji girtiyan re, piştrast dike. Di vê dawiyê de gelek agahiyên derbarê nebaşbûna tenduristiya rêber Abdullah Ocalan de belav bûn.”

Mistefa Şêx Muslim wiha berdewam kir: “Li gorî qanînên navneteweyî, ji mafê girtiyan e ku parêzerekî wan hebe. Malbat dikarin serdanê bikin. Ji mafê wan e ku bijîşk wan bibiînin û ji rewşa tenduristiya wan kontrol bikin. Heta niha em rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan nizanin.”

Di dawiyê de Mistefa Şêx Muslim bang li hiqûqnasan kir ku erkên xwe yên exlaqî û pîşeyî li hemberî rêber Abdullah Ocalan pêk bînin, tecrîdê bi dawî bikin. Her wiha bang li gelê Kurd ê li Ewropayê kir ku fişarê li çêkerên biryaran bikin û li pêşiya avahiyên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên li welatên ku lê dimînin, çalakiyan li dar bixin.

(şx)

ANHA