Li ser rêya M4 erebeyeke hêzên hikumeta Şamê hat hedefgirtin

Artêşa Tirk a dagirker rêya M4 topbaran kir, di topbaranê de erebeyeke girêdayî hêzên hikumeta Şamê hate hedefgirtin.

Li ser rêya M4 erebeyeke hêzên hikumeta Şamê hat hedefgirtin
5 cotmeh, 2021   07:45
EYN ÎSA

Li gorî agahiyên nûçegihana ji herêmê dane, artêşa Tirk a dagirker rêya M4 ya li rojavayê Eyn Îsayê bi çekên giran topbaran kir.

Li gorî agahiyan, di topbaranê de erebeyeke girêdayî hêzên hikumeta Şamê hate hedefgirtin, di encamê de 4 endamên hêzên hikumeta Şamê birîndar bûn.

Leşkerên hikumetê yên birîndar bûne rakirin nexweşxaneyên Eyn Îsa û Reqayê. Tê gotin rewşa 2 ji wan giran e.

(cx)

ANHA